“Ji ber ku ev proje hemû pêkhateyên Sûriyeyê hembêz dike, divê hemû aliyên opozîsyona Sûriyeyê bi berpirsyarî li ser vê projeyê bixibin. Proje deriyê demokrasiya Sûriya demokratîk vedike.”
Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê (Yekîtî) Muhyedîn Şêx Alî derbarê projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê de pirsên ANHA’yê bersivandin.
Hûn projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatiye pêşniyarkirin, çawa dinirxînin?
Di serî de rewşa Sûriyeyê piştî ku 4 sal derbas bûn û dike sala 5’an, Ji her kesî re eşkere bû ku rewşa Sûriyeyê di destên dewletên herêmî û navnetewî de ye. Mixabin çareseriya aloziya Sûriyeyê jî di destên wan de ye. Hemû projeyên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê di serî de vê tabloyê baş nas bikin. mixabin, ji derveyî îradya dewletên herêmî û navnetewî tu çareserî pêk nayên. Bi nêrîna min ji bo çareseriyek ji kirîza Sûriyeyê were peydakirin divê biryarên Konseya Ewlekariyê derbarê Sûriyeyê de bingeh û esas werin destgirtin.
Di vê çarçoveyê de projeya çareseriya demokratîk a Sûriyeyê ku ji aliyê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatiye pêşniyarkirin, projeyeke erênî ye û hêja ye ku hemû hêzên Sûriyeyê û opozîsyonê bi berpirsyarî li ser vê projeyê bixebitin û sûd jê werbigirin.
Çareseriya kirîza Sûriyeyê ji hemû aliyan mezintir e, lewra çiqas ku ev proje erênî be jî, eger TEV-DEM’ê li gel hin hêzên din yên welatparêz û demokrasîxwaz ên ereb ev proje pêşniyar kirbûya, dê baştir bûya. Ango proje ne tenê bi navê TEV-DEM’ê be.
Xalên sereke yên di vê projeyê de ku bala we kişandine çi ne?
Tiştê herî balkêş di vê projeyê de ew e ku yekîtiya Sûriyeyê diparêze û ev yek jî li gorî berjewendiyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê, nemaze ol û baweriyên Sûriyeyê ye. Ev proje dikare hemû van pêkhateyan hembêz bike.
Wekî têbînî eger TEV-DEM’ê bi hêzek an du hêzên din ên ereb ên demokrasîxwaz re ev proje pêşniyar kirbûya dê bileztir gavên piratîkî bi xwe re bianîna. Li vir ev proje çiqas li gorî biryarên Konseya Ewlekariyê be, em ê jî piştgiriya wê bikin.
Ev proje her wiha deriyê demokrasiyê vedike. Em dikarin bêjin destpêka demokrasiyê ye. Lê prensîpên demokrasiyê hene, ev jî mijarên wekî wekheviyê, hilbijartin, azadiyê û demokrasiyê ne û ji bo şer û herikandina xwîna welatiyên Sûriyeyê raweste, ev proje dê bibe bingehek ji bo têkoşîn û berxwedana tevahî gelê Sûriyeyê li dijî terorîzmê ên wekî El-Qaîdê û DAIŞ‘ê. Eger ev proje li ser erdê were meşandin dê xizmeta hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike.
Ji bo pêkanîna vê projeyê divê rola muhalefetê çi be?
Em bi hêvî ne evan hêzên li derveyî herêmên Kurdan li ser vê projeyê rawestin û bi baldarî binirxînin û ji bo ku bibe projeya opozîsyona Sûriyeyê, eger xwestin bila guhertinan têde çêbikin.
Di nava opozîsyonê de hin xalên erênî hene, ji ber vê yekê ji vir û pêve dikarin li hev bikin. Em wekî partiya Yekîtî, eger projeya TEV-DEM’ê xwedî li 10 xalên ku di kongra El-Qahîre de li ser hatine li hevkirin, derbikeve, em ê piştgiriya wê bikin. Di van rojên pêş de jî civîn tên lidarxistin û ev proje dê bibe pilansaziya kar. Di vê mijarê de projeya TEV-DEM’ê dê bibe faktorekî erênî. Ji ber ku pêdiviya rewşa Sûriyeyê bi çareseriyeke siyasî û aştiyane heye û ji bilî vê yekê tu riyên çareseriyê tune ye. Bila tu kes xwe nexapîne ku aloziya Sûriyeyê dê bi riyên leşkerî çareser bibe.
Em her wiha xebatên Konsaya Ewlekariyê û hewldanên Nûnerê Netewên Yekbûyê yê ji bo Sûriyeyê Stîfan Dîmistora erênî dinirxînin. Ji ber ku biryarên Konseya Ewlekariyê çiqas têbîniyên tevgera azadî û demokrasîxwaz a Kurd li ser hebin jî, divê cihê rêzgirtinê be û em li gorî wê tevbigerin.
Hin alî projeya TEV-DEM’ê wek parçekirina Sûriyeyê bi nav dike. Gelo tiştek wisa di vê projeya TEV-DEM’ê de heye?
Mixabin şovenîstên Ereb û rêjîma Baas li daholê didin û îdîa dikin ku ev Rêveberiya ku li Rojava tê meşandin bingeha parçekirinê ye. Tu rastiya van îdîayan tune ye û ev tewanbariyek e. Bingeha vê Rêveberiya Xweser yekîtiya Sûriyeyê diparêze. Rêjîma Baas ji dema hatiye ser desthilatdariyê ve di sala 1963’an de her tim bibêje Kurd parçeker in. Mixabin hin aliyên opozîsyona Sûriyeyê jî vê îdîayê dikin, wekî mînak her çend rojan Berdevkê Fermî yê Koalîsyona Opozîsyona Sûriyeyê û Serokê wê daxuyaniyan derdixin û bêje Rêveberiya Xwerser li dijî yekîtiya Sûriyeyê ye yan jî Kurd li Sûriyeyê parçebûnê dixwazin. Şovenîzma beşekî mezin ji koalîsyona opozîsyona Sûriyeyê û rêjîma Baasê hevûdu temam dikin. Ji xwe îslamiyên siyasî yên wekî DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û Ixwan El-Muslimîn me Kurdan wekî tehlûkeyekê dibînin.
JIYAN HACÎ/EFRÎN/ANHA