Encamnameya civîna rêveberiya demî ya Rojavayê Kurdistanê hate aşkerakirin. Di encamnameyê de hate diyarkirin ku ev proje wê bibe mînaka Sûriyeya demokratîk û bang li hemû hêzên herêmî û navnetewî hate kirin ku piştgiriya projeyê bikin.

Encamnameya civîna rêveberiya demî ku duh li bajarê Qamişlo hate lidarxistin, hate aşkerakirin. Daxuyanî li ser navê Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ya ku di civînê de hate hilbijartin, hate dayîn. Di daxuyaniya nivîskî de hate diyarkirin ku ev piroje fektorekî ewlekarî û aramiyê ya li herêmê ye.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Meclîs dê ji bo yekîtiya Sûriyê bixebite û wiha hate gotin: “Li gel vê rewşa awarte û hessas ku Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe, ji bo dagirtina valahiya rêveberiya herêmê, ji bo ewlekarî û aramiya herêmê, pêwîste rêveberiyeke demî, demokratîk û hevbeş were avakirin.”
Di daxuyaniyê hate gotin ku civîna damezirandinê di 12’ê mijdara 2013’an de di atmosfêrekî demokratîk de hatiye lidarxistin û ev tişt hatin gotin: “Civîn bi beşdariya hemû pêkhateyên herêmê yên siyasî û civakî hate birêvebirin. Di civînê de biryar hate girtin ku ev civîna Meclîsa Giştî ya Hevbeş a Damezirandina Rêveberiya Demî ye. Her wiha di civînê de ji bo ku têkildarî projeya rêveberiya herêmî belgeyan amade û pêşkêşî meclîsê bike, komîteyek ji hemû pêkhateyan hate avakirin. Komîte wê xebatên hevpeymana civakî û qanûnî amade bike û piştre jî ji bo erêkirinê dê pêşkêşî meclîsê bike.”
Di daxuyaniyê de hate gotin ku di demeke ji bo yekîtiya Sûriyê kar tê meşandin de, ev proje wê ji bo ewlekarî û aramiyê bibe faktorekî girîng û dê bibe mînakek ji bo avakirina Sûriya demokratîk.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû hêzên têkildar, hêzên herêmî û navnetewî, dewletên cîran  hate kirin ku rewşa niha herêm tê de derbas dibe liber çavan bigirin û piştgiriya vê projeyê bikin.  

MRGK’ê pêşnûme hate nirxandin
Meclîsa Daîmî ya Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) civîna xwe ya asayî ya 4. bi beşdariya nûnerên hemû saziyên girêdayî meclîsê, Partiya Lîbral û Partiya Komanîst a Kurdistanê ku nû tevlî meclîsê bûne lidar xist. Di civîna ku delegeyên Efrîn û Kobanê ji ber pirsgirêka rê tevlînebûn de pêşûnameya hevpeymana civakî ya Rojava hate nixandin.
Civîn li bajarokê Rimêlan ê Girkê Legê bi rêzgirtinê destpê kir. Piştre Serokê Meclîsa Gel a Rojavayê Kurdistanê Ebdulselam Ehmed axaftina vekirinê kir û ev tişt gotin: “Em di kesayeta Şehîd Îsa Hiso, Abid Xelîl û Zinar ku endamên Meclîsê bûn de hemû şehîdên Rojava bibîr tînin.”
Di civînê de li sernavê Tevgera Civaka Demokartîk (TEV-DEM) jî axaftinek hate kirin û li ser geşedanên dawî hate rawestîn. Di axaftinê de hate destnîşankirin ku saziyên îro li Rojava kar dikin, li ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatine damezirandin û dê li ser xeta xwe dewam bikin.
Di civînê de projeya hevpeymana civakî ya Rojava ji aliyê endamê Dîwana Edaletê ya Rojavayê Kurdistanê Rovend Xelef ve hate xwendin. Piştre li ser pêşûnameya ku li ser esasê demokrasiya di nava pêkhateyên Kurd, ereb, turkmen, çerkez, suryan, asûrî, eremenî, xiristyan, êzidî, elewî û sunî hatiye amadekirin, nirxandin hatin kirin.

Êrîşa Kobanî hate şermezar kirin

Piştî nîqaşan biryar hate girtin ku li gorî pêşniyarên hatine kirin pêşnûme ji nû ve ji pêkhateyên din ên Rojava re bê pêşkêşkirin. Di dawiya roja yekem a civînê de jî li ser hilbijartinên herêmê nîqaş hatin meşandin. Di roja duyemîn a civînê de runiştin bi şermezarkirina êrîşa bombeyî ya li dijî avahiya Heyva Sor a Kobanê destpê kir.
Piştre peymana Tevgera Civaka Demokaratîk (TEV-DEM) ji aliyê Endamê TEV-DEM’ê Şahoz Hesen ve hate xwendin. Di peymanê de dewleta neteweyî hate redkirin û doza çareserkirina pirsgirêka Kurd di çarçoveya xweseriya demokratîk û konfederaliya demokratîk ji bo hemû neteweyan hate destnîşankirin.
Piştre qanûna edaleta civakî ku li ser bingeha civaka edaleta axlaqî ya civaka siyasî hatiye amadekirin, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên civakî hate pêşniyarkirin.
Di civînê de li sernavê Partiya Lîberal, Partiya Komenîst, PYD, Ciwanên Şorşger û Yekîtiya Star jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de banga yekîtiya gelê Kurd hate kirin. Di dawiya civînê de li ser navê dîwana civînê berxwedana YPG/ YPJ’ê hate silavkirin û êrîşa Kobanê hate şermezarkirin. Her wiha qurbaniyên komkujiya Sînemaya Amûdê hatin bibîranîn.

 QAMIŞLO/GIRKÊ LEGÊ




Siyasetmedarên Rojava: Rêveberiya demborî pêwîstiyek e

Ji bo Rêveberiya Demî ya Rojavayê Kurdistanê ku 2 roj berê avakirina wê hate ragihandin di nava Kurdan de tê axaftin. Siyasetmedarên Rojavayî dan xuyakirin ku bi xebatên Rêveberiya Demî ya Rojava re dê yekemcar gel û komên cuda yên li Sûriyê bi nasnameyên xwe û baweriyên xwe di rêveberiyekê de bên temsîlkirin.
Endama Desteya Bilind Kurd Îlham Ehmed: “Ev civîn di nava atmosferek demokratîk de bi beşdarbûna hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê de hate lidarxistin. Berî niha bi taybet ji bo kes ji Rêveberiya Demî bêpar nemîne hewldanên cidî hebûn. Niha ev herêmên di aliyê ewlehî de, xizmeta rêveberiya xwe dike, diviyabû di aliyê siyasî de jî nûnerê xwe derxistana. Di civîna me de ji hemû pêkhateyan nûner xwe pêşniyar kirin û di nava Desteya Avakar a Rêveberiya Demî de cihê xwe girtin. Pêştî xebatên Desteya Avakar a Rêveberiya Demî serbikeve dê herêmên Efrîn û Kobanê jî cihê xwe di nava Meclîsê de bigre.”
Sekreterê Partiya Demokrat Kurd-Sûriyê Cemalê Şêx Baqî: Rêveberiya Demî, xwedî hewesa desthilatdariyê nîne. Rewşa heye li ser me ferz dike ku rêveberiyeke hebe. Niha li Rojavayê Kurdistanê civakek heye û rêveberiyê ji bo wê pêwîste. Ev rêveberî pêwîste. Ev proje destpêkê ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ji bo hemû pêkhateyên civakê hate pêşkêşkirin. Lê îro ev îrade derketiye ku, hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê wek projeya xwe dibînin. Di vê civata me ya dawî de jî derket ku bi Kurd, Ereb, Suryan, Kildan, Ermen, Çeçen re ev proje ya hemû gelan e.” Şêx Baqî balkişand ser daxwazên gel ên ji bo rêveberiyekê û wiha gotinên domand: “Rewabûna Rêveberiya Demî ji xwesteka civakê tê, ne ji destnîşankirina hinek hêzên siyasî. Gelên herêma Rojavayê Kurdistanê rewabûna vê Rêveberiya Demî diyar dikin. Îro rejîma Sûriyê li wan herêmê em qala wan dikin tineye. Lê di şûna wê de jî tiştek tineye.“
Sekreterê Partiya Demokrat Kurd-Sûriyê Cemalê Şêx Baqî destnîşan kir ku ew wek partî li ser banga gelê xwe beşdarî xebatên Rêveberiya Demî bûne û wiha got “Li gorî min dibe em di vê rêveberiyê de hevbeş bin. Aliyekî bi tena xwe vê herêmê birêve bibira diviyabû me bigotina ne rewaye. Lê niha bangawaziyek heye ku dibêje em hevbeş rêveberiyekî avabikin, xizmeta gelên xwe bikin.”

Ji bo tevahiya Suriyê gaveke girîng e
Sekreterê Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê Ferhat Têlo: “Niha desteyek giştî hatiye avakirin. Di nava wê meclîsê de nûnerên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên  Rojavayê Kurdistan cihê tê de girtine. Ev meclîs dê civîna xwe lidar bixe û çarçoveya karê xwe diyar bike. Em têbînî dikin em ê xebatên xwe yê sereke di 15 rojan de temam bikin û çarçoveyeke xebatê diyar bikin. Desteya Şopandin û Pêkanîna Rêveberiya Demî dê karê xwe bimeşine ku evana dikarin zemînek parlamen û rêberiyek ava bikin. Dîsan ev rojek dîrokî ku care yekê pirraniya pêkhateyên Sûriyê bi nasnamê xwe cihê digrin û nûnertiya pêkhateyên xwe dikin. Ji bo vê jî em sipasiya Meclîsa Gel a Rojavaya Kurdistan dikin. Em wek Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyê spasiya YPG’ê dikin ku, di demek wiha de ewlehiya herêmê dikin.”

QAMIŞLO