Nivîskar û Lêkolînerê Îslamî Riyaz Derar ji ANHA’yê re da xuyakirin ku DAIŞ ji bo xwe bigre bi lez tev digere ji ber ku eger ne wiha be wê hemû endamên wê bi cih û destkeftiyan ve mijûl bibin û wiha anî ziman: “DAIŞ rêxistineke xwedî arman e. Valahiya li hermê, lawaziya aliyên siyasî û mijûlbûna wan bi belavkirina cihên desthilatdariyê ve, windabûna Artêşa Sûriyeyê ya Azad, lawaziya Koalîsyona Sûriyeyê û şerê navxweyî yê di navbera pêkhateyan, dihêlin ku DAIŞ derfetê bikar bîne û li Hesekê, Reqa û Dêra Zorê projeyên xwe yên dagirkirinê, pêk bîne.

Derar her wiha bal kişand Yekîneyên Parastina  Gel (YPG) û diyar kir ku ew hêza parastina ewlehî û aramiya herêmê ye û wiha got: “Bi wendabûna hêzeke ku li hemberî DAIŞ’ê derkeve re, Yekîneyên Parastina Gel herêmên xwe ji êrîşkaran ve parastin.  Ji destpêka şerê Serêkaniyê ve berpirsyariya paratina herêm û yekîtiya wê bicih tînin. Dibe ku Serêkaniyê bibe serê amûra veguertina ber bi yekîtiya welat, û serxwebûna wî ya duyemîn bi destê wan pêk were.”

Modela Rojava mînak e

Lêkolînerê Îslamî Riyaz Derar da zanîn ku YPG’ê bûye hêviya paratina tevahiya herêmê ji radîkalan û wiha anî ziman: “Ji ber ku YPG’ê hêviya parastina tevahiya herêmê ye, divê hemû welatiyên Rojava bibin yek û li derdora wê kom bibin. Pêwîste Rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêk bînin. Modela Rojava daxwaza hemû aliyan e. Ev wê bibe atmosfera belavkirina demokrasiyê. Ev Rêveberî dûrî sîstema navendî ye û her herêmek dikare li gorî derfetên xwe pêdiviyên xwe pêk bîne bê ku tu aliyên derve karûbarên wan kontrol bikin.”
Derar di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku DAIŞ’ê bi şêwaz û kiryarên xwe zerareke mezin gihandiye ola Îslamê û got: “Ew hemû kiryar û şêwazên kirêt pêk tînin. Aliyên ku li gorî DAIŞ’ê tev neger ew li gel wê wekî ‘Gawir’ tê nasîn. Ji ber ku DAIŞ‘ê dijminê Netewa Îslamê ye, ji mafên Musilmanan e ku şerê wê bikin. Hezretê Îmam Elî Bin Ebî Talib jî şerê van radîkalan dikir. Kurd jî li hemberî wan şer dikin û Musilmanan û hemû pêkhateyên Umetê diparêzin. Ji bo  parastina welat û yekîtiya wî, divê hemû kes li rex Kurdan bisekine.

DAIŞ projeya têkbirina Îslamê ye

Girêdayî projeyên DAIŞ’ê de, Derar da xuyakirin ku DAIŞ hewl dide Îslamê birûxîne û wiha got:”DAIŞ dixwaze Îslamê û erdnîgariya herêmê xerab bike. Ji ber vê jî beriya ku projeyên wê pêk werin, helwesteke lezgîn û zelal li hemberî pêwîste. Ew dixwazin welat xerab bikin û wekî Avxanistanê lê bikin. DAIŞ dixwaze projeyên xwe bêhtir berfireh bike da ku dewleta Sunî ava bike. Ev yek nakeve berjewendiyên hermû aliyan û di nav de aliyên ku hewl didin paçebûnê pêk bînin.”

DAIŞ kes û civakê zincîr dike

Nivîskar û Lêkolîner da zanîn ku DAIŞ rêxistineke îtîrafê bi dewlet, qanûn û sînoran nake û li ser şer bi riya cîhadiyan, jiyan dike. Derar got ku DAIŞ ne tenê dixwaze erdnîgariyê bi dest bixe, lê belê armanc dike ku her kes li gorî qalibê wê tev bigere û li ser kes û civakê hukmê xwe bi darê zorê ferz bike mîna qedexekirina mûzîkê, Neçarkirina girtina dikanan di dema nimîjê de û qedexekirina cixareyê. Divê em jibîr nekin ku DAIŞ aboriya xwe jî birêxistin kiriye. Beriya her tiştî dest danî ser bîr û xetên petrolê yên rojhilatê Sûriyeyê wekî El-Sewra, Çipisa, Konîko, El-Cefra û El-Umer. Her wiha gelek  embarên genim xistiye bidest. Li ser riya pereyan distîne. Şûnwarên Sûriyeyê derdixe û çekên qedexekirî difroşin. Wan bi xwe dizanîn ku fikrên wan, paşverû ne û ne li gorî tevgera dîrokê ne, her wiha baş dizanîn ku ew ji aliyê navnetewî nayên qebûlkirin. Ji ber vê jî ew hewl didin ku dewleteke aboriya wê xweser be, ava bikin. Dema ku DAIŞ‘ê bi alîkariya hin hêzên Îraqî dest danî ser bakûr û rojavayê Îraqê, bi sedan milyon dolar ji bankên Mûsilê û parzûngehên petrolê derxistin.”

Je îdêolojiyê qut in

Di nava axftinên xwe de Derar diyar kir ku DAIŞ bi hêzên herêmî re di nava têkiliyan de ye û destnîşan kir ku aliyên piştgiriya DAIŞ dikin bê îdeolojî ne û wiha pêde çû: “Di destpêka ku DAIŞ li Idlib û Helebê şerê hêzên Artêşa Azad kir, têk çû û li herdu bajarê jî projeyên wê pêk nehatin. Lê DAIŞ destê xwe xist destê aliyên ku ji hikûmê El-Malikê nerazî ne. Di nav de Baasiyên berê û hin êlên Ereb hene. Li Îraqê DAIŞ dîsa hêza xwe di aliyê leşkerî û aboriyê de vegerand û vê yekê hişt ku Xîlafeta Îslamî îlan bike. Hemû desteyên wê yên olî li Sûriyeyê ji kesên ne Sûrî pêk tên, lê li Îraqê piraniya rêveber û emîrên wê Îraqî ne û ji wan hê kesên bi El-Zerqawî re bûn, tên nasîn. Piraniya van emîran, fermandarên artêşa Îraqê ya berê ne. DAIŞ ji bo ku cîhadiyan bi ber xwe ve bîne, Xîlafet îlan kir. Ev yek jî rêxistinkirina DAIŞ‘ê bêhtir xurt dike, tirsê bêhtir di nava endamên xwe de belav dike da ku nerevin û wekî Cebheta El-Nusra lê neyê. Niha ew wekî El-Qaîdê nabêje ku şerê Amerîka û welatên Rojava dike û ev jî cudahiyê dixe navbera wê û El-Qaîdê.”
Hêjayî gotinê ku Nivîskar û Lêkolînerê Îslamî Şêx Riyaz Derar berê li mizgeftên Parêzgeha Dêra Zorê îmam bû, Di girtîgehên rêjîma El-Baas de du salan maye. Derar bi riya malpera xwe ya Facebook’ê bang li hemû pêkhateyên bajarê Hesekê kiribû ku piştgiriya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin û gotibû: “Helwesta birayên me yên Kurd ku parastina Cizîrê dikin, olî û niştîmanî ye. Her kesekî netewî û niştîmanî divê li hemberî komên DAIŞ’ê li rex van şervanan bisekine. Kesê ku vê yekê neke, bila li bendê be ku DAIŞ jin û keçên wî, sunet bike.”



ŞÊRKO EBDULREHMAN/ARNA/QAHÎRE