Parçeyekî siyaseta talanê ye
Sadak, bilêv kir ku hê jî çand û dîroka xwezaya Kurd bi temamî derneketiyê holê, lê dewlet dest bi xirakirinê kiriye û wiha axivî: "Bi van polîtîqayan dewlet li Kurdistanê çi dimeşîne diyar e. Dibêjin ku bi çêkirina HES'an em valahiya enerjiyê temam dikin û ji aliyê aboriyê ve razemeniyeke mezin derdikeve holê. Ev nêzîkatî ji bo erdnîgariya Kurdistanê siyaseta talan û dagirkirinê ye. Divê em li hemberê van polîtîqayan derkevin. Bi avakirina HES'an av ji rêya tê veqetandin û bi boriyan ava çem tê çikandin û bi van boriyan enerjî tê hilberînkirin. Di vê hilberîna enerjiyê de binê avê tê betonkirin, rêya avê tê gûhertin û qalîteya avê dikeve. Ev ji bo xwezayê texrîbatek mezin e. Pêkanînên wiha tevî xwezaya Kurdistanê tehdît dike."
Hewldana tinekirina dîrokê ye
Sadak, destnîşan kir ku projeyên bendavan ên wek Heskîf û Minzûr pirtir talûke û rîskê derdixe holê û wiha domand: "Dibêjin ku bendava ku li ser Heskîfê çêbe, dê tevî navçe di binê avê de bimîne. Ji xwe di çêkirina bendava Hesenkeyfê de ji xwe di rêza paş de bi dehan bendava Hesenkeyf ava bûye. Bi dehan cîhen dîrokî talan bûye. Tabî em van tiştan nabînin. Çimkî gund hatin valakirin û bêxwedî man. Piştre li van gundan çi çêbû çi qewimî kes nizane."
Sadak anî ziman ku dewlet bi van bendavan dixwaze 2 tiştî bike, yekemîn erdnîgariya Kurdistanê perçe dike. Duyemîn jî xweza, çand û dîroka Kurdistanê bi vê awayî tune dikin û wiha pê de çû: "Avakirina bendavan sînor dike nav herêmên Kurdistanê û ji bilî tûnekirina xwezayê, civakê ji hev qût dike. Ev zirara ji aliyê çandi ye. Wekî din bi hinceta "ewlehiyê" li ser gerîllayê PKK'ê dixwaze bandor bike û gerîlla ji gel qût bike.
Sadak bilêv kir ku li Kurdistanê projeyên ku texrîbatê dide ekolojî û xwezayê ew ê bi çalakiyên xwe bertek nîşan bidin, li hemberê wan bisekinin û wiha bi dawî kir: "Ji xwe li hemberê texrîbat û qetilkirina xwezayê sazî û rêxistinên wekî din jî dê piştgirî bidin me. Bi taybetî li Kurdistanê li hemberê projeyên bendavan em amadahiya çalakiyan dikin. Em ê encamê vê tiştî jî bigirin. Li her çar perçeyên Kurdistanê em ê têkoşîna xwe xûrttir bikin. Ji bo xebatên ekolojiyê em piştgiriyên tevî gel dixwazin. Em ê xwezaya xwe ji dagirkeran û faşizmê re nedin xwarin."
DÎHA/AMED