Di şahiya ku li Anfiya Şano ya Girê Kizlarê pêk hat de Parlementerê BDP'ê yê Bedlîse Husamettin Zenderlioglu, Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak, Hevserokên BDP'ê yê Sêrtê Dilber Sevim û Seracettin Kayran û şaredarên BDP'î yên navçeyên Sêrtê amade bûn. Dîsa nûnerên ÎHD, Dayikên Aştiyê KESK, keyayên taxan jî di navde nêzî 5 hezar kes amade bûn. Di şahiyê de hunermendê Navenda Çandê ya Sêrtê Xwejin Botan konser da.
Di şahiyê de Parlementerê BDP'ê Husamettîn Zenderlioglu axivî u diyar kir ku ew wekî BDP'ê ji bo aştî, demokrasî û azadiyê pêş bixin di nava hewldanan dene. Piştî axaftinan Şaredariya Sêrtê projeyên 2011'an û 2012'an ên xizmetê bi gel re parve kir û danasîna wan kirin.
Şaredarê Sêrtê Selim Sadak, anî ziman ku wan 5 projeyên mezin amade kirine û dê bi van projeyan di qada xizmetê de ruyê bajar biguherin. Sadak, anî ziman ku dê Kolektora Parzinandina Ave, Borsa Sewalan, Parka Bajar, Otogara Bajaran, Avahiya Xizmetê ya Şaredariyê amade bikin. Piştî axaftinê Koma Agirê Jiyan konser da.
SÊRT