Fêrgîn Melîk AYKOÇ balani51@gmx.de Ji bo rêberiya gel û welatekî têgîhîștin û rewșenbîriyeke kemilî divê. Yekê ne di wê heredariyê de be her dem ser û çavên xwe dilewitîne. Axaftina li hemberê girseyên gel û civakê jî hunereke taybet e. Ev zanîn, rewșenbîrî, amadekarî û azmûnên têr û tijî dixwaze. Ango kursiyê siyasetê, ne kursiyê meletî ne odeya mêvana, ne jî kolanên Qasimpașayê ye. Siyasetvan û rêberên her welatî axaftinên xwe bi nivîskî amade dikin, tenê li serenîvsan dinêrin û wisa diaxivin. Bê nûçevanên televizyonan ti kes Prompterê bikarnayne. Kesê di her axaftin û li her cihê Prompterê bikarbîne, proplema wî kesî yê kesayetî û konsentrasyonê heye, ew di wî warî de ne têgihîștî ye, di ketin, yan jî bi xirabuna Prompterê her tișt tevlihev dibe. Mînak; "Zonguldak" dikane bibe "zodok" Ango ew kes êdî ne layiqê wî meqamî ye. Vê rewșê jî çîrokeke gel ya balkêș anî bîra min. Dibêjin; li serdemeke kevn padîșahekî hebûye, zarokên wî nebûne. Tenê pîrikeke wî hebûye. Ew rojekê ji wezîrên xwe re dibêje: "Hûn yek jî ne layîqê cihê min in. Ez ê pisîka xwe bidim perwerdekirin û bikim padîșahê we! Hûnê fermana wê pek bînin!" Pirraniya wezîr û kizîrên wî bêdeng dimînin, lê yek li dij derdikeve û dibêje: "Padîșahê min, pisîk ajaleke, lê tanca ajaliyê heye, ew nikane erkê padîșahiyê pêk bîne!" Padîșah dibêje: "Ez ê bi hevotineke taybet perwerde bikim, di cihê xwe de rûnînim, wê ferman bide te! Dema pisîka min bi ser keve, ez ê serê te lêxim!" Padîșah piștî dezgîn û hevotineke taybet ya bi destên pisporan, agahî dide hemû rayedaran û bang li wî wezîrî jî dike û dibêjê: "Wê îro serê te were lêxistin!" Wezîr kesekî baqil e, mișkekî digire dike qutiyekê û dadixîne bêrîka xwe. Padîșah pisîka xwe li ser paytext rûdinîne, pisîk bi miyaw miyaw û libakirina lemên xwe yên pêșiyê her ferman dide. Wezîr hêdîka wê qutika di berîka xwe de vedike û mișk berdide rasteya salonê. Pisîk taca padîșahiyê davêje û dikeve pey mișk. Bi gotina gel, eslê hû neslê hû. Di ronahiya vê çîrokê de em vê pirsê bikin: Gelo çima kesekî wisa xwedan problemên konsantrasyonê ye hê jî li lûtkeya dewletekê tê girtin? Rastî ev e: Dewleta dagirker, hê pêșî li tevgera Kurd negirtiye, dixwaze bi destê van îslamîstên bê pergal, tevgera Kurd bi hovane bifetisîne. Wer xuya ye, hê pêdiviyê DYE û NATO´yê jî bi kesekî yan jî tevgereke wisa pașverû, ketiye nava tewanên giran, heye. Dibe ji wê be, berê Ingilîzan bang li wî kir û ew bir Londonê, bi awayeke teybet pêșwazî kirin, pișt re jî DYE´yê bang li wezîrê wî yê karê derve kir û di mijara Minbicê de hin gotinên piștgiriyê li ser medyayê reqisandin. Ev ji gumana ku wê ew hê were bikaranîn, dide. Bê vê rastiyê; hemû cihan dizane ku ti cudahiya vê pergala Erdogan û fașîzma Hîtler tune. Heta di hin waran de ji pratîka pergala Hîtler jî xirabtir e. Li gel wê, ew tevahiya bêdadî û sextekariya hilbijartinê dibînin, lê mîna tiștên normal bin, di nava bêdengiyê de sêr dikin. Nahêlin ku di çapemeniyê de bi awayê olan bide, were weșandin. Ev tê wê wateyê, dewletên wekî DYE ji bo serketina projeyên xwe, hê dixwazin bi deste serkariyeke wisa qirêj hin zinarên li pêș xwe bileqînin. Yanê demeke din vî peyayê nexweș, ew ê bi kar bînin. Dema gelên li Tirkiyeyê baș bixebitin, hetanî radeyekê ew sextekariyên hilbijartinê pûç bikin, wê rewșa li welêt biguhere. Têkiliya gelên herêmê û dewletên cihanê jî li ser xeteke din bimeșe. Ango vî kesê nexweș girtina karantînayê, vê pergala tirsê, vê siya xeniqok ji ser welêt rakirin, pergaleke mirovî li welêt rûnandin hê jî di destê me hilbijêran de ye. Haydê em ber bi azadiyê ve bimeșin!