PSK û PAK’ê li dijî êriş, hewldana îmha û dagirkirinê ya li ser parçeyekî Kurdistanê bang kir û xwest, helwêsta neteweyî were nîşandan

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Azadiyê ya Kurdistanê (PAK), li dijî êrişên dagirker ên Tirkiyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de ya li Cemiyeta Nûçegihanên Başûrêrojhilat, rêveberên PAK’ê û PSK’ê hazir bûn.

Alîkarê Hevserokê Giştî yê PSK’ê Bayram Bozyel got, li dijî Kurdan êriş û plansaziyên nû yên stratejîk hene ku hedefa wan tinekirina hebûna Kurdan e. Bozyel got, ‘’Piştî ku Efrîn hate dagirkirin, Tirkiye niha jî bi mebesta avakirina ‘’Herêma Ewle’’ ku tevahiya Başûrêrojava yê Kurdistanê vedihewîne, leşkerekî zêde li ser sînor daniye, bi rengekî hişkere dibêje, ew bi wê niyetê ye ku 3 milyon û 500 hezar penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê li vê herêmê bi cih bikin.’’

Derdê Tirkiyeyê ew e ku Kurd nebin xwediyê statuyê

Bozyel got Tirkiyê hebûna YPG’ê mîna gefekê dibîne û domand, ‘’Tirkiye, bi esasî, li kîjan parçeyê Kurdistanê be, ji bo ku Kurd nebin xwedî statûyekê bi wê niyetê ye ku plana dagirkirinê bi cih bîne.’’

Bozyel bang li hemû aktorên siyasî yên Kurd kir ku li dora stratejiyeke neteweyî bi berfirehî li hev bikin û got, xwedîderketina li destketiyên Kurdistana Federe ji bo hemû Kurdan peywireke dîrokî ye.

Bozyel got, ‘’Em bang li rêveberên Tirkiyê dikin ku dawî li tundî, şer, hişmendiya êrîşên û siyaseta dijî Kurd bînin. Çareseriya pirsê bi operasyonên leşkerî yên derveyî sînor nabe. Tişta ku divê were kirin ew e ku mafên demokratîk ên neteweyî û azadiya gelê Kurd were naskirin.’’

PSK û PAK’ê li dijî êriş, hewldana îmha û dagirkirinê ya li ser parçeyekî Kurdistanê banga nîşandana helwêsta neteweyî kir.

 

MA/AMED