Kovara derûnnasiyê ya bi bi navê Psychology Kurdî ku çar mehan carekê derdikeve hejmareke taybet li ser vîrûsa koronayê (Covîd-19) derxist.
Ev hejmar li ser hesabên xwe wekî PDF bê pere hatiye belavkirin. Di kovarê de gelek nivîsên li ser koronayê hene lê jê wêdetir pirtûkek jî wergerandine û ew jî di dawiya kovarê de weşandine. Ev pirtûka ku ji bo tenduristiya derûnî wekî rêberekê ye ji aliyê “Komeleya Tendirustiyê” (The Wellness Society) ve hatiye amadekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN