Revîzyona Destûra Bingehîn a ku pêşî li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn vedike ta sala 2036’an li ser kar bimîne, bi ji sedî 77,92 dengan hate qebûlkirin. Muxalefetê ji bo encamê got, ‘derew e.’ Hate diyarkirin ku rêjeya tevlêbûna hilbijartinê jî ji sedî 65 e. Encama di referandûmê de qet nebû surprîz. Ji ber ku ev reform di serê salê de ji aliyê endamên qanûnsaz hatibû qebûlkirin û teksta Destûra Bingehîn a Nû li pirtûkfiroşan dihate firotin jî. Aleksey Navalny ê muxalif li ser encamê got, “Ev dereweke mezin e’ û bang li alîgirên xwe kir ku ji bo hilbijartinên herêmî yen di meha Îlonê de seferber bibin. Rêxistina Şopandina Hilbijartinê ya Serbixwe Golosê diyar kir ku di dema referandûmê de gelek kesan li cem wan gilî kirine. Li gorî revîzyonê wê Pûtîn karibe heta sala 2036’an li ser desthilatdariyê bimîne. NAVENDA NÛÇEYAN