Di peyama ku di malpera înternetê ya Qesra Serokdewletiyê Kremlînê hate weşandin de wiha hate gotin: “24’ê Nîsana 1915’an yek ji bûyerên herî dramatîk û dijwar ên dîroka mirovahiyê ye û derbarê komkujiya gelê Ermenî de dîrokek bi êş e. Rusya vê trajediyê wekî êş û pirsgirêka xwe dimîne. Em piştî sed salan serê xwe li hemberî qurbaniyên vê trajediyê ditewînin. Hinceteke mafdar a komkujiya li gorî nasnameyan nabe. Erka civaka navnetewî ew e ku ji bo hovîtiyên hanê tu caran û li tu deran pêk neyên her tiştekî bike.” Putîn, wê tevlî merasîmên ku dê bi munasebeta salvegera sedan a komkujiya Ermeniyan, li paytexta Ermenîstan Erîvanê bêne lidarxistin bibe. 


 MOSKOWA