Vladîmîr Pûtîn ku ev 20 sal in Rûsyayê rê ve dibe, bi reforma destûra nû dixwaze rê li xwe veke ku heta 2036’an bikaribe bimîne.
Xaleke ji pakêta guherîna destûrê ku ji hêla partiya Serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn Rûsyaya Yekere ve li parlamentoyê hate dengdan, pêşbîniya wê dike ku serdemên peywirê yên seroktiyê ‘sifir bike’. Li gorî vê xalê ji ber ku maweya seroktiyê ku 2 serdem in wê ‘sifir bibe’ Pûtîn di hilbijartinên 2024’an û 2030’î de jî wê bikaribe bibe namzet.
Guherîna destûrî ku Pûtîn bi gotinên, ‘’Aramiya Rûsyayê ya herî girîng e’’ û ji bo vê jî, ‘’hewceyî bi seroktiyeke xurt heye’’ lê xwedî derdikeve, 22’yê Nîsanê li nav gel wê were dengdan.
Vladîmîr Pûtîn ê 67 salî, ku ji 2000’î û vir ve li ser peywirê ye, heta guherîna nû pêk were, wê bikaribe tevlî hilbijartinên seroktiyê yên 2024 û 2030’î bibe. Di hilbijartinên 2000’î û 2004’an de Pûtîn ê ku hatî hilbijartin, 2008’an namzetê serokwezîrtiyê Dîmîtrî Medvedev şûna xwe kiribû namzet û 4 salan wî peywira serokwezîrtiyê kiribû.
ANF/MOSKOV