Endame Egîtîm Sen'ê û Hîndekarê Zanîngeha Enqereyê Netîce Altun Demîr diyar kir ku zimanê zikmakî ji bo gelê Kurd pir giringe û wiha axivî: " Serokwezîrê Tirkiyê dibêje 'Dê zimanê Kurdî weke zimanê helbijarî li dibistanan bê dayîn'. Yanî dixwaze di du saetan de Kurdan fêrî zimanê wan bike û bi vî rengê daxwazê gelê Kurd ya ji bo zimanê zikmakî qebûl bike. Dê çawan zimanê gelekê weke zimanê hilbijarî ji bo wî were dayîn? Qet serokwezîr ev ji xwe pirs kiriye? Zimanê ku weke zimanê hilbijartî were hîn kirin, tiştek jê dernakeve. Li hemberî rewşekê wiha mirov çi bêje dê kêm bimîne." Demîr destnişan kir ku gelê Kurd dixwaze bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne û wiha pêde çû: " Ger zimanê netewekê, zimanê gelekê weke zimanê hilbijartî bê dayîn, ev ya tune ne hesibandin wî zimaniye. Bi sed salane em bi zimanê wan hîn dibin, lê ew bi kîjan zimanî hîn dibin? Ew bi zimanê Îngîlîzî û Fransî hîndibin. Em çi hîn dibin û ew çi hîn dibin. Ev ya nakokiyek pir giringe. Ki biryar me dide, dê kî, kîjan zimanê hînê me bide ev ya mijareke gelek bal kêşe. Beriya her tiştî pêwîste ev bê sererastkirin. Ger netewek bi zimanê Kurdî hîn bibe, pêwîste ev netew ne gelê Kurde. Ji ber ku zimanê Kurdî zimanê me yê yekeme, weke zimanê duyemîn dersa hilbijartî dê kî hîn bibe, dê Tirk hîn bibin. Yan jî neteweyên din dikarin hîn bibin. Gereke Kurd zimanê xweyê zikmakî weke zimanê yekemîn hîn bibin."

'Pergal bi zagonê xwe re dinava nakokiyekê deye'
Demîr dest nîşan kir ku gelek saziyên kurdan yên li ser zimanê kurdî xebat dane meşandin hene û wiha domand: "Gelek saziyên me yên ku bi zimanê zikmankî ve eleqedar dibin hene. Gelek lêkolîner û mamosta jî hene. Bêy ku ji sazî û xebat karên zimanê kurdî bê pirsin li gorî xwe hikûmet li gorî xwe biryara dide û vê jî dixwazin bi kurdan bidin qebûl kirin. Ev ya bi serê xwe nakokiyek herî mezine. Ger nêzîkatiya hikûmetê ji zimanê kurdî re wiha be, dê çawan karibe dersa zimanê kurdî bide. Bê mamosta û pirtûk dê çawan du saetan dersa zimanê kurdî bidin. Li pêşîya mamostayên kurdî digrin û nahêlîn weke mamostayên kurdan bixwebitin û perwerdehiyê bibînin. Wekî din hîna 4 tîpêk kurdî qedexene. Di dadgeh, meclîs, sazî û dezgehên pergalê de zimanê kurdî weke zimanê 'nayê nasin' derbas dibe. Li dibistanan hîna jî em nikarin bêjin em kurdin û em nikarina bi xwendevanên xwe re bi kurdî bipeyîvîn. Wê demê ev çawan qala zimanê kurdî yê hilbijartî dikin. Pergal bi zagonê xwe re dinava nakokiyekê deye."Demîr diya kir ku ne pirtûkeke wan dersa ziman kurdî bidin û ne jî mamostayekê wan heye dersê bidin û wiha got: " Ji dîroka perwerdehiya wan bigre heye niha zimanê Îngîlîzî mecbûrin weke zimanê duyemîn bidin. Lê heya niha kesek baş Îngîlîzî hîn ne bûye.Gava rewşa ders dayîna pergala Tirkiye wiha be dê çawa dersa zimanê kurdî bidin û bêjin em ê dersa zimanê zikmakî ji were bidin. Hikûmet êdî nizane ka çawan bike. Lê gelê kurd, rewşenbîr, mamosta, sazî, rêxistinên û zarokên kurdan dizanin çi dixwazin."
Demîr anî ziman ku tê zanîn ku mirovek çiqas zû bi zimanê xwe hîn bibe ewqas başe û wiha pêde çû: "Zarokek hençex di sê û çar saliya xwe de hînê zimanê xweyê zikmakî bibe. Di pêşdibistanan de zimanê mamosta çibe, zarok jî wî zimanê fêr dibe. Li gorî vê dersa zimanê kurdî ya hilbijartî dixwazin piştî sala pênçemîn bidin hîn kirin. Ji xwe heyanî wê demê zarok zimanê xwe yê zikmakê jibîr deke û fêrî zimanekê din dibe. Ji wir û şûnde dersa hilbijartî ya zimanê kurdî tu bidî çiyê, tu nedî çiye. Madem dixwazin em bi zimanê xwe hîn bibin, bilan di sala yekem de dersan bidin. Lê çima em ê zimanê xwe yê zikmakî ji sala pênçemîn dest pêbikin.Di vir de armanca hikûmetê li holêye. Dixwazin bi gelê kurd bileyîzin. Bi vê na dixwazin li cihanê bibêjin me 'mafê zimanê zikmakî daye kurdan'.Ji bilî kurdan her kes dikare li ser maf û vîna kurdan bi axive. Lê gelê kurd nikare û ew mafê wî jî tuneye. du saet ji bo hîn bûna kurdî kesîn nebese û keseke jî wiha fêr nabe."Demîr da zanîn ku kesek bi du saetan tu zimanî hîn nabe û wiha dawî li axaftina xwe anî Dersa zimanê Îngîlîz çar saetan tê dayîn û her sal heye, lê li Tirkiyeyê kesek baş hîn na be. Gereke di destêpêkêde di makezagonêde mafên kurdan, mafê zimanê kurdan û vîna wan bêxin bin temînatekê. Bila pişt re bêjin 'em ê dersa zimanê kurdî bidin'.

'Gelê Kurd hîndekari dixweze'
Vahap Coşkun jî diya kir ku zimanê zikmakî mafekê gingehîne û wiha axivî: "Ji bo vê pewîste perwerdehiyeke bingehîn ast bi ast bê dayîn. Bi rengekê şênber pêwîste her mirov, bi zimanê xweyê zikmakî ji perwerdehiya pêşîn bigre heya zankoyê pewerdehî bi bîne. Dema mirov behsa hîndekariya zimanê zikmakî dike, perwerdehî divê bi zimanê fermî û zimanê dayikê bê dayîn. Dema em behsa perwerdehiya zimanê zikmakî dikin, divê hemû perwerdehî bi zimanê dayikê be. Pirtûk, amûrên perwerdehiyê, alav û têgehên perwerdehiyê pêwiste tev bi zimanê zikmakî bin. Divê hîndekarî û perwerdehî bi zimanê zikmakî be. Di vir de daxwaza gelê Kurd ne hîndekariya zimane. Bi giştî daxwaza wan ewe ku perwerdehiya zimanê zikmakî bibînin."

'Pûtperestiye yek ziman heye'
Coşkun bal kişan ser Daxûyaniyên Serokwezîrê Tirk û wiha domand: "Daxûyaniya MEB'ê 'ger zarok bixwazin dê perwerdehiya ziman du saetan fêr bibin bû bibînin'. Di vir de tişta derdikeve pêş hîndekariya ziman. Pozîsyona zimanê Kurdi di Tirkiyê de di hastekê herî xeterdeye. Di aliyekê de li ser pewerdehiya zimanê Kurdî tê nîqaş kirin. Lê di aliyêdin de jî, zimanê Kurdî bi rengekê tundî tê qedexe kirin. Mînak di dad û mehkemedan de hîna jî zimanê Kurdî weke zimanê 'nayê zanîn' tê gotin. Ev ya şermeke herî mezina ya Tirkiyê ye. Ji bo wê pêwîste zimanê Kurdî di makezagonê de were fermî kirin. Çareserî ji di virdeye. Zimanê zikmakî di sê qadan de tê xebitandin. Di perwerdehiyê de, waşanê de û ya di jî bi gelemperî di dad û meqaman de tê xwebitandin. Ji ber vê gereke di van herê sê qadan de zimanê zikmakî teqez bê naskirin. Ger di makeqanûnê de perwerdehiya zimanê Kurdî nekeve bin temînatê, dê daxwazên Kurdan pêşwazî neke. Pêwîste ji bo tîpên qedexe yên weke W,X,Q û Ê yonetmenlîk bê avakirin. Ger amadekariyeke baş neyê çêkirin dê pirsgirêka ziman derbas nebe. Bi qedexe kirina van tîpan ne Kurdî baş tê dayîn û ne jî Kurdî dê baş bê fêrkirin. Ev qedexe ji dervey dîrokê ye û bê wateye. Li Tirkiye yê weke her mijarekê, di aliyê ziman de jî pûtperestiyek yek ziman heye." 

DÎHA/AMED