Têkildarî nirxandinên ku dibêjin Hitto yê Kurd mîna serokwezîrê gengaz ê Sûriyeya nû hatiye hilbijartin Muslum wiha axifî: “Ji aliyê nijadî ve Kurdbûna Hitto nayê tu wateyê. Ne Kurdekî nas dike, ne  bi Kurdî dizane, ne jî têkiliya wî bi siyaseta Kurd re heye.” Muslim destnîşan kir ku muxalefeta Sûriyeyê di encama lihevkirinê de ev kes hilbijartine û tu agahî û têkiliya PYD’ê bi civ îna hate li darxistin re tûne ye û got; “Diyar e Kurdekî li gor pîvanên xwe dixwazin. Ew jî nûnertiya Kurdan nake.” 





‘Serokwezîr’ hate hilbijartin!

Koalîsyona Netewî ya Sûriyeyê (SUK) roja duşemê li Stenbolê serokwezîrê hikûmetê yê demborî hilbiajrtin. Her du civînên berê hatibûn betalkirin.  Gasan Hîttîn yekemîn serokwezîrê axa Sûriyeyê ya ku komên çekdar desteser kiribû. Endamê koalîsyonê  Hîşam Marwa, diyar kir ku Hîtto ji 49 dengan 35 girtiye. Bi giştî 11 endam hebûn.  Reqîbê herî sereke yê Hîtto,  wezîrê çandiniyê  yê dema Hafiz Esad, Esa Mustefa bû. Esad Mustefa tenê 7 deng girt. Hîtto di 1964’an de ji dayik bûye. Li Teksasê di şîrketeke telekomunîkasyonê de dixebitî.  Di mijara 2012’an de derbasî muxalefetê bû. Tevli alîkariya mirovahî ya gelê Sûriyeyê bû.  Di civîna ku 70 endamên koalîsyonê tevli bûn de  deng dayîn bi nîqaşên 14 saetan berdewam kir. Hinek Hîtto wek ‘endamê lihevkirinê’ pêşkêş kir û em aliyên lîberal û hem jî îslamî Hîtto di cih de dîtin.  Lê şefê eşîrê ahmet Jerba û muxalîf Welîd El Bunî û Kemal el Labwanî û gelek endamên Artêşa Azad tevli dengdanê nebûn. 

STENBOL