Wezîrê Dadê yê Kurdistana Federal yê berê Farûq Cemîl, der barê nêzîkatiyên di navbera PYD û PDK de, serdana serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî û serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya Amerîkayê, serdana serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê, kongreya Cenevre-2 û Kongreya Netewî ya Kurd ji DÎHA’yê re axivî. Farûq Cemîl diyar ku gelê Kurd yê li Rojava rastî rewşekî xirab hatiye û pêwîste hemû Kurd alîkariya hev bikin. Cemîl destnîşankir ku êrîşên li Rojava bi piştgiriya hêzên derve pêk tên û li dijî vê yekê divê Kurd bi hişyarî tevbigerin. Cemîl got,  “Serkeftina Rojava serkeftina Başûr, serkeftina Başûr serkeftina Bakûr û Rojhilat e.”
Farûq Cemîl bal kişand ser nêzîkatiyên di navbera PYD û PYD´ê de jî û xwest ku pirsgirêkên di navbera wan de ku di demên dawî de rû dabûn  werin çareserkirin. Cemîl diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo serkeftinê alîkariyê bide gelên Rojava.


´PDK bi yek alî biryarî dide´

Derbarê girtina dergehê Sêmalka yê di navbera Rojava-Başûr û astengkirina hevserokê PYD’ê Salih Muslum ya ji aliyê hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê ve jî Farûq Cemîl wiha got: “Raste biryar bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê tên belavkirin, lê zêditir berpirsên (PDK) wê meseleyê guftûgo dikin. Helwesta YNK’ê başe û di vî warî de ne wekî ya PDK’ê ye. Bi baweriya min di vî warî de PDK bi yekalî biryaran dide. Ger biryar bi navê hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tên belavkirin, tenê beşa di destê PDK’ê de biryarê li ser didin û agehdariya YNK’ê ji vê meseleyê nîne.”
Li ser pirsa “Çima PDK bi tena serê xwe biryaran dide?’ Cemîl ev anî ziman:  “Beşek aloziya siyasî ya di navbera PDK û PYD’ê de ya li ser Rojava ye, beşek jî bi baweriya min zextên hikûmeta Tirkiyeyê ye ku li ser PDK’ê tê kirin. Tirkiye di navbera Rojava û Bakûr de dîwarê şermê dirûst dike û li aliyê din jî ger PDK sînor bigre; ev jî tê wê wateyê ku ajandeya Tirkiyê cih bi cih dike.“
Farûq Cemîl der barê helwesta YNK’ê ya li ser Rojava û astengkirina hevserokê PYD’ê de diyar kir ku di daxuyaniya rayedarên YNK’ê de derdikeve ku ne ligel helwesta PDK’ê ne û di ragihandina xwe de PYD’ê diparêzin. 


´Divê Başûr piştgiriyê bide´


Cemîl da zanîn ku ne rast e hikûmeta Başûr li hember Rojava piştgiriyê bide Tirkiyeyê û di wê nêrînê de ye ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tirkiyeyê girêdayî meseleya petrolê ye. Cemîl li ser vê mijarê weha axivî: “Lê sedî sed meseleya Rojava jî hatiye guftûgokirin. Divê di her warî de hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya Rojava bike, neku biçe li dijî Rojava alîkariya hikumeta Tirkiyeyê bike. Tirkiye dixwaze li Herêma Federal a Kurdistanê berjewendiyên xwe yên wek petrol û enerjî pêşbixe. Divê Herêma Kurdistanê jî pêngavên zîrek bavêje. Divê Tirkiye rêzê li hikûmeta Başûr bigire. Herêma Kurdistanê jî lazim e bi her awayî hewl bide ku Tirkiyê pal bide ligel berpirsên rastîn ên kurdan ku PKK û BDP’ne, divê pirsgirêkan çareser bikin û mafê gelê kurd bide.”
Derbarê serdana Malikî û egera çûna Barzanî ya ji bo Amerîkayê jî Cemîl anî ziman ku vexwendina wan a ji aliyê serokê Amerîka ve, ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Iraqê ye û Amerîka ji bo rewşa navxweyî baş bikin wê zextê li Nûrî Malikî bike. 


PYD nûnertiya kurdan dike

Cemîl, bal kişand ser giringiya Konferansa Cenevre-2 a ji bo kurdan jî û destnîşankir ku divê kurd bi awayekî xurt tevlî kongreya Cenevre 2 bibin. Cemîl got, “Bi taybet jî yên li Rojava nûnerên gelê me ne û bi taybet jî PYD divê rolê serekî bibîne. Qaşo partiyên dixwazin bi rêya Tirkiyeyê beşdarî Cenevre-2 bibin, bi baweriya min ew nûnertiya kurdên li Sûriyê nakin. Dibe ku nûnertiya beşekî biçûk bikin. Lê nabe ku em veşêrin; nûnerê rast yê kurdên li Sûriyê PYD de ye. Zêdetirî sedî 70-80’ê kurdên Rojava ligel PYD’ê ne. PYD tevayî xaka Rojava birêve dibe. Ger kurd di Cenevre-2 de parêzvaniyê li gelê kurd bikin, tiştekî pir baş e.”

Bêyî kurdan li Sûriye sernakeve

Cemîl pirsa ‘Partiyên derveyî PYD’ê bi rêya Koalîsyona Nîştîmanî ya Muxalifeta Sûriyê beşdarî Cenevre-2 dibin, hûn vê çawa dinirxînin?’ wiha bersivand: “Ez bawer nakim ew nûnertiya sedî 5’ê kurdên Rojava bikin. Ger ew biçin, bi hevpeymaniya ligel hikûmeta Tirkiyeyê diçin û Tirkiye dixwaze wan bibe. Ji ber dibe ku ew ajandeya hikûmeta Tirkiyeyê cih bi cih bikin. Bêyî kurdan li Sûriyeyê tu tiştek sernakeve. Divê hemû bi hev re bin. Lê rolê serekî wê yê PYD’ê be, ji ber herî zêde gel ligel PYD’ê ye.” 


Divê Kongreya Netewî pêk were

Farûq Cemîl li ser giringiya Kongreya Netewî axivî û anî ziman ku gelê kurd dixwaze kongre were lidarxistin û wiha got: “Hêviya hemû kurdên dilsoz e. Ev demek dirêje gelê me dike hewar ku ev kongre were lidarxistin. Tevî ku ji destpêkê ve ez bi guman bûm ew kongre were lidarxistin, lê hinek alî hene û xwedî ajandayên xwe ne. Dixwazin wê kongreyê di berjewendiyên xwe yên siyasî de bikarbînin. Ger ne wisa be, nahêlin ew kongre bê lidarxistin. Aloziya vê dawiyê ya navbera Başûr û Rojava jî bûye sedemek serekî ji bo kongre neyê lidarxistin... Niha hêviya me ew e ku gelê me bibe yek û em berjewendiyên xwe nekin qurbanê dewletên biyanî. Divê em hemû alîkariya Rojava bikin, herwiha divê Rojava û Bakûr jî alîkariya Başur bikin û ji bo hikûmeta heyî serbikeve. Her wiha hewl bê dayîn ku Kongreya Neteweyî were lidarxistin û hemû pirsgirêk li wir bên çareserkirin.”


NÎHAT KAYA/MIHEMED TAHIR/DÎHA/HEWLÊR