Pêştî polîtîkayên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistan aşkere bûn, têkiliyên li Herêma Kurdistana Federal jî zêdebûn. Îro Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratik (PYD) ya Herêma Kurdistana Federal Dr. Husên Koçer li nûnertiya Netewên Yekbûyî ya Hewlêr bi endamên Komisyona Netewên Yekbûyî ya Mafê Mirovan û Konseya Lêpirsîna Ewlekarî û Leşkerî ya Navdewletî ya tayber Sûriye Ilias Lamdouar û Dr. Vicken Cheterian re hevdîtinek pêkanî. Di hevdîtinê de li ser pêşketinê Rojavayê Kurdistan û rewşa Sûriyê hate gotûbêj kirin. Di hevdîtinê de Koçer rewşa Kurdên ji Rojava hatine û li vir bûne penaber rawestiya û da zanîn ku ev demeke bi hezaran kes ji Rojavayê Kurdistanê hatine Herêma Kurdistana Federal. Koçer anî ziman ku Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê hatine li vir di bin rewşekî xerab de jiyan dikin û wiha got: "Niha li Herêma Kurdistan bi qasî 6 hezar kes wek penaberên Rojava hene û piraniya wan jî cîwan in. Pir ji wan di kampa Dûmiz dimînin. Hinek ji wan jî li ser navê hinek tiştên ne diyar perwerdehiya leşkeri didin wan. Aliyê nebaş jî heta niha rê nadin em serdana kampan bikin."
Di hevdîtinê de Koçer dest nîşan kir ku ew ji bo mafê Kurdan yên rewa li Sûriyê mîsoger bikin têkoşîn didin û pirsa "we bi rejîma Esad re li hev kiriye?" ret kir û wiha got: "Em wek tevger herî zêde me ji rejîma Sûriyê ve zext û zordarî dîtiye û niha jî hinek endamên me di zîndanên Sûriyê de ne. Lê em wekî Arteşa Azad a Sûriyê nêzîkatiyek nîşan nadin. Em sîstema xwe bi şêwazek demokratîk ve avadikin. Yek armanca me heye, em Rojavayê Kurdistan a Xweser û demokratik û Sûriyekî demokratîk hedef digrin. Niha pir hêz hene ji vê rewşa me ya demokratik aciz in. Lê em ji bo gelan ev şêwaz baştir dibînin.”
HEWLÊR