Civîn li Navenda Çand û Hunera Demokratîk a Dirbêsiyê bi beşdariya bêtirî 350 kesan ku piraniya wan ji rûspiyên êlên herêma Dirbêsiyê bûn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah derbarê rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê de axivî.  Asya Ebdullah di axaftina xwe de diyar kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk berhemek e ji têkoşîn û berxwedana gelê Rojava li riya azadî û demokrasiyê ye.Asya Ebdullah got ku îlankirina rêveberiya xweser ji aliyê hemû pêkhateyên herêmê ve gaveke dîrokî ye. Ebdullah di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku heta niha jî hêzên tarî bi siyaset û komployên xwe projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têk bidin. Derbarê rola rûspiyên êlên herêma Dirbêsiyê de Asya Ebdullah wiha got: “Divê hemû êl, rûspî û saziyên civakî yên herêmê xwe birêxistin bikin û ji bo ewlehî û aramiya herêmê destê xwe bidin hev.” Di civînê de hejmarek ji rûspiyên herêmê axivîn û piştgiriya xwe ya ji bo ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dane nîşan. Rûspiyan di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku divê hemû beşên civakê ji bo serkeftina rêveberiya xweser bi erka xwe rabin. Di dawiya civînê de beşdaran lihev kirin ku pêwîst e meclîsa êlên herêma Dirbêsiyê were avakirin û di vê qonaxa dîrokî de bi rola xwe rabe. Piştre birya hate girtin ku Meclîsa Êlên herêma Dirbêsiyê dê di meha adarê de were avakirin.

DIRBÊSIYÊ