Piştî ku 4 balafirên şer ên Tirk li sînorê gundê Roboskiyê bombe barandin û 35 welatî hatin qetilkirin, çapemeniya Tirk ku di serî bê deng man û xwestin ku bûyerê berovajî bikin û wekî dijzagonî bidin nîşan. Li aliyekî Tirkiyeyê bi tirilyonan qaçaxvanî tê kirin Rojnameger Celal Başlangiç diyar kir ku di serdemekêde mazota qaçax bi destê dewletê dihat kirin û niha jî li rojava û Derya Reş pir zêde tê kirin. Başlangiç, destnîşan kir ku zarokên li rojava av û simîtnan difiroşin dema niha li ser sinor qaçaxvaniyê dikin bi navê "Terorîst e dikujin.

Mayin heye, lê têl tune

Başlangiç, anî zimanku di salên 91'an de koçberiya Kurdan hebû û ketina rojnamegeran a herêmê qedexe bû û wiha got: "Wê demê em li ser pişta hespan çûn herêmê. Me nasnameya xwe ya rojnamegeriye vedişart. Em çun heta sînorê hidûdê hêjmar 48 ê navçeya Çelê. Li sînor tenê çelemek heye. Ew sînor ji aliyê îngîlîzan ve hatiye xêzkirin. Wî sînorî malbatên Kurd kiriye 2 perçe."
Başlangiç, da zanîn ku welatyên herêmê ji bilî qaçaxvaniyê tu çavkaniya wan a debarê tune û wiha berdewam kir: Ji ber ku li herêmê hemû qad hatiye qedexekirin êdî sewalkarî têk çûyue. Li herêmê çavkaniya welatiyan tenê sewalkari ye. Li vir jî zozan û mêrg li welatiyan hatiye qedexekirin. Wê demê li Nisêbîn û Kîlîsê jî gelek qaçaxvanî dihat kirin. Wê demê sûbay û fermandaran gelek ruşwet ji wir girtin. Divê mal û mulkê wan bê pirsîn ka çiqas malê wan heye. Li deriyên Kîlîs û Nisêbînê bi tiran mazota qaçax tên kirin. Rayedarên dewletê hemû dizanin. TIR û kamyonên bi fermî diçin û tên bi tonan mazotê didizin. Dîsa li Derya Reş û Rerya Sipî bi keştiyan qaçaxvanî tê kirin. Divê ew mazot ji ku tê û diçe ku? Bi rêya kê tê kirin? Bi rêya kê di gumrikê re derbas dibe bê pirsîn. Divê çapemenî hemû vê yekê lêkolîn bike û aşkere bike. Piştî OHAL'ê ez yekem car dibînim ku medya li hemberî vê rastiyê bêdeng dimîne. Medya li herêmê her keî wekî terorist dibîne. Medya dibêje "3 leşker şehîd bûn, 2 cerdevan hatin kuştin û 1 terorîstek li gel çeka xwe mirî hate dîtin. Ev ne rast e. Divê teqez medya zimanê xwe biguhere.

'Zimanê medya pir talûke ye'

Başlangiç, zimanê medya rexne kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Rewşek pir şerm heye. Di serî de dixwin situyê PKK'ê û pişt re jî dibênj şaşî bûye. Di bûyera Basayê de jî gotin di bombebaranê dê hatine kuştin. Divê berî her tiştî sansur bê rakirin û rastî bê aşkerekirin. Ger ku ên hatine kuştin Kurd bin wê demê kesên sucdar îstîfa nakin.

Divê Wezîrê Karên Hundir Wezîrê Parastina Neteweyî divê vê yekê niqaş bikin û divê ji ber komkujiya 35 kesan îstîfabikin.

STENBOL




Komkujî li Silêmaniyê hat şermezarkirin

Li navçeyên Derbendîxan û Baziyana Silêmaniyê bi sedan kesên lihev civiyan komkujiya Roboskiyê şermezar kirin.
Li parka navçê ya Derbendixanê bi sedan kesên lihev civiyan bombebarana artêşa tirk ya li gundê Roboskiyê û qetilkirina 35 ciwanên Kurd şermezar kirin. Nûnerên Rêxistinên Saziyên Sivîl û nûnerên Partiyên Siyasî jî di nav de gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Dr. Hekîm li vir daxuyanî da û got; "AKP ji kevneşopiya komkujiyê ya dewletê tê. Divê AKP ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. Daxwaza gelê Kurd ya aştiyane ji aliyê dewleta tirk ve bi komkujiyan tê bersivandin. Divê ev komkujî bên teşhîrkirin û ji bo komkujî bidawî bibin mijar derbasî rojeva platformên navnetewî bibe."

Rêvebirê PÇDK'ê Abdulwehap Ahmet jî destnîşan kir ku, komkujî di kesayeta gelê Kurd de li hemberî tevahî mirovahiyê pêk hatiye û wiha axivî: "Daxwaza Kurdan a azadiyê bi komkujiyê hatiye bersivandin. Di demên dawiyê de li Tirkiyê operasyonên qirkirina siyasî û yên leşkerî derketine asta herî jor. Bi vê jî bisînor nemane tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir kirine. Ev jî têrê nekiriye komkujî pêk anîne. Tevî ku gelê Kurd destê aştiyê dirêj dike ev polîtîkaya tê meşandin di şer de israrkirin e."

ANF/HEWLÊR