
Di sala 2014´an de li sê navçeyên Bakur disbistanên seretayî yên perwerdeyên Kurdî didin hatibûn vekirin. Ev dibistan li navçeya Colemêrgê Geverê, navçeya Şirnex Cizîrê û li Amedê hatibûn vekirin. Li navçeya Colemêrgê Geverê ji 15'ê îlona 2014'an de perwerdeya Kurdî tê dayîn. Xwendekarên Dibistana Dayika Uveyş serdema yekemîn a salê bi dawî bû zarokan qarneyê xwe girtin. 42 xwendekarên li dibistanê perwerdehî dibînin doh qarneyên xwe wergirtin. Di merasima qarneyan de kelecana xwendekar û malbatan ji li ber çavan bû. Beriya dayîna qarneyan mamosteya dibistanê Denîz Bulbun diyar kir ku beriya her tiştî ji bo keda malbat û mamosteyan a di dibistana me ya dîrokî spasiyê xwe pêşkêş dikin û wiha got: "Îsal li 3 qadan weke herêmên pîlot hatin hilbijartin. Ji yek van herêman em serdema yekemîn a sala 2014-2015'an bi dawî dikin. Ev pêvajo gelek girîng e." Malbata xwendekar Amîne Ozkan jî anî ziman ku ew gelek keyfxweş e ku zaroka wê li vê dibistanê dixwîne. Malbata xwendekarek din jî Enver Erguder jî diyar kir ku xeyalê wê yê 100 salan pêk hat bi vê boneyê jî ew gelek keyfxweş e.
90 salin Kurd li benda vê rojê bûn
Li Amedê jî li şaredariya Peyas xwendekarên ku li Dibistana Seretayê ya Ferzad Kemanger bi zimanê dayikê perwerde dibinin di serdema yekemîn a salê bi dawî bû zarokan qarneyên xwe wergirtin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek, endamê Dîvana Serokatiya KCD'ê û malbatên xwendekarên tevlî merasima qarneyan bûn. Di merasima qarneyan de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak axivî û diyar kir ku zarokên kurd 90 sal in benda vê rojê ne. Irmak got ku gelê kurd ev 30 sal e ji bo zimanê xwe têdikoşin û wiha got: "Gelê kurd ev 30 sal e têkoşîneke bi rûmet dimeşînin."
´Nasname û perwerdeya Kurdî´
Hevseroka DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek jî axivî û diyar kir ku malbatên ku zarokê xwe dişînin dibistanê gelek bextewarin û wiha axivî: "Malbatên me yên hêja dixwazin ku zarokên xwe bişînin dibistana zimanê kurdî. Ew dibistana me ya zimanê kurdî pêşerojê de gelek zêde bibe. Em ji vir şûnde bi nasname û zimanê xwe perwerde bibînin. Êdî ji vir şûnde em bi welatê xwe re bi zimanê xwe xizmet bikin." Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak jî malbatên û zarokan pîroz kir û wîha got: "Ev gavekî destpêkê ye. Lê ez bawer dikim ku ew ê mezin be û pêş bikeve. Zarokên ku bi zimanê dayikê perwerdehî dibînin ew ê bibin pêşeng. Ji hemû zarokan re serkeftinê dixwazim." Piştî axaftinan zarokan qarneyê xwe wergirtin û li polên perwerdehî lê dîtin bi malbata xwe re wêne kişandin. Malbatan diyar kir ku zarokê wan di perwerdehiya kurdî berdewam bike û bibin mamosteyê kurdî.
Li Cizîrê jî heman kelecan
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî Dibistana Seretayî ya Bêrîvanê ku bi dibistanên li Amed û Colemêrgê re hatibû vekirin, serdema yekemîn a salê bi dawî bû. 72 xwendekarên li dibistanê perwerde dibînin qarneyên xwe girtin. Xwendekarên ku bi malbatên xwe re ji bo qarneyên xwe bigirin hatin ji mamosteyên xwe qarne girtin. Kêfxweşiya xwendekarên ku qarneyên xwe girtin di rûyên wan de dihat dîtin. Piştî ku qarne hatin dayîn mamoste, malbat, xwendekaran bi beşdariya Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret ve wêne girtin. Piştî ku wêne hatin girtin jî li ser mijarê daxuyanî hat dayîn. Ji mamosteyên dibistanê Yunus Orak diyar kir ku dibistana wan di 15’ê îlona 2014’an de bi piştgiriya gel ve hatiye vekirin û ketiye rojeva hemû cihanê û ew bi gelek pêkûtiyan re rû bi rû mane. Orak xwest hemû kes xwedî li dibistananên ku dersên Kurdî didin derkevin.
NAVENDA NÛÇEYAN