Dadgeriya dewleta Tirk, dosya li ser kuştina Cemîle Çagirga jî xist nava yên ‘kiryarê wan nediyar’. Dadgehê biryara “lêgerîna daîmî” da. Cemîle Çagirga li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin û cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hatibû hiştin.

Li navçeya Şirnexê Cizîrê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê de Cemîle Çagirga ya 10 salî kuştibû û wan bi rojan nehiştibû ku cenaze were veşartin. Ji ber vê yekê jî malbata wê cenazeyê keça xwe xistibû sarincê û neçar mabû ku bi rojan di sarincê de bihêle.

Gunehê xwe nabînin

Dadgeha Tirk, di doza derbarê kuştina Cemîle de gihîşt wê baweriyê ku ‘kiryar nehatiye dîtin’ û biryar da ku ‘lêgerîna daîmî’ bê kirin.

Dayika Cemîle, Emîne Çagirga nerazîbûn nîşanî biryarê da. Ev biryara dadgeha Tirk a li ser dosya Cemîle Çagirga, ku li ber mala xwe hate kuştin, weke dewama ‘kuştinên kiryar nediyar’ ên ji salên 90’î ve dewam dikin, hate dîtin.

Kiryar dewlet e

Dayik Emîne Çagirga got, tevî ku 3 sal di ser bûyerê re derbas bûne, şewata li dilê wê hîn dewam dike.

Çagirga got, “Sala 3’an qediya, em dikevin sala 4’an. Heta niha di dozê de gavek nehate avêtin. Keça min xistin nava kuştinên kiryar nediyar. Jixwe, ji vê dewletê em ne li benda edaletê bûn. Lê em çi bikin, ne di destê me de ye; me hêvî dikir. Dibe ku emrê min têrê neke, lê ez zanim ku wê rojekê edalet bi cih were. Hîn jî dema ez radizêm dengê Cemîla min tê min.”

Dayik Çagirga diyar kir ku heta ew sax be, ew ê li pey vê dozê be û got, “Em bimirin jî, wesiyeta min li neviyên min, li xizm û cîranên min e. Bila vê dozê ji wan re nehêlin. Dewlet jî zane bê kujer kî ye, em jî zanin. Kiryarê vê dozê dewlet e.”

 

ŞIRNEX