Qatil xwe perwerde jî kiriye
Elmanê qatil ê nijadperest, ê ku li Hanauyê diya xwe û di navê de Kurd jî 9 biyanî qetil kirin, Tobias R. xwe ji berê ve ji bo komkujiyê amade dikir. Derket holê ku ew li Slovakyayê beşdarî perwerdeyeke şer û sekvaniyê bûye. Li gorî nûçeya kovara heftane ya Elman Der Spiegelê, ev perwerdeya endamên berê yên eskeriyê bûye. Ev jî ne dûr, lê par bûye. Li gorî nûçeyê, niha dozger û lêpirsîner pê hisiyane ku wî ev perwerdeya sîlehan li Slovakyayê serketî bi dawî kiriye. Wekî din di destê wan de belge hene ku nîşan didin ku ew du caran beşdarî perwerdeya şer a şirketeke ewlekariyê ya taybet jî bûye. Kovar wê duşema bê, di hejmara xwe ya nû de hûrgiliyên vê nûçeyê belav bike, lê ev jî nîşan dide ku komkujiya li Hanauyê bi qarewar gotiye ez va me, ha ez hatim; lê rayedarên siyasî û ewlekariyê yên Elman nekarîne û belkî nexwestine pêşiyê lê bigirin. Di êrişa 19’ê Sibatê de vî rasîstê hanê yê ku xwe ji bo komkujiyê bi perwerdeyan amade kiriye, ev mirovên li jêr qetil kiribûn:
Ferhat Unvar, Gokhan Gultekîn, Fatih Saracoglu, Sedat Gurbuz, Hamza Kurtoviç, Kaloyan Velkov, Saîd Necar Hashemî, Mercedes Kierpacz, Vili Viorel Păun. NAVENDA NÛÇEYAN