Di daxuyaniyê de derbarê roja bidarvekirina Mihemed weke roja bi êş hat binavkirin û hat gotin:ˮ Em wekî endamên Kordînasyona Giştî ya Meclîsên Rêveber ên hersê Kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrînê, vê roja bi êş di dîroka kurdan de bi bîr tînin û bejnaxwe li hemberî rihê Fermandar û Lehengê efsanewî Qazî Mihemed û rihê hemû şehîdên azadiyê ditewînin.”
PYD’ê daxuyanî da
Rêxistina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a taxa Şêx Meqsûd jî Qazî Muhemed bibîr anî.
Rêxistina PYD’ê ya Şêxmeqsud, têkildarî mijarê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da çapemeniyê. Di çalakiya ku bi dehan welatiyên taxê û endamên Saziyên Civaka Sivîl tevlî de, deqeyek rêz hate girtin.
Piştî rêzgirtinê, endamê PYD`ê Ehmed Xelîl axivî û got ku desthildariya Îran a faşîst bi îdamkirina avakarê Komara Mahabadê Qazî Muhemed di 31`ê Adara 1947`an de nehişt ku Komara Kurdî ya Kurdistanî sala xwe ya yekem temam bike.
Xalîl, destnîşan kir ku îdamkirina Qazî Mihemed ruhê berxwedanê di nava gelê kurd de çand û îsrara wan a bi destxistina azadiyê zêde kir û wiha dom kir: “Buyera îdamkirina Qazî Mihemed dê her bîranîneke zindî di nav gelê kurd de bimîne.”
ANHA/HELEB
Sêrt jî bi bîr anî
Avasazê Komara Kurd a Mehabadê Qazî Muhammed û hevalên wî di 68’emîn salvegera darvekirinê de li Sêrtê hatin bibîranîn. Bername ji aliyê Komeleya Oldarên Sêrtê (SÎDA-DER) hat organîzekirin û li Salona Dawetê ya Fatîh hat lidarxistin. Gelek welatî tevli bernameya bîranînê bûn. Ji bo Qazî Muhammed û hevalên wî Quran û mewlud hat xwendin. Serokê SÎDA-DER’ê Abduhakkîm Şendur behsa jiyana Qazî Muhammed kir û wesiyeta wî xwend. Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan anî ziman ku Qazî Muhammed, Seyît Riza û Şêx Seîd ji bo azadiya vî gelî heta dawiya emrê xwe têkoşiyane û serî netewandine.
DÎHA/SÊRT