Li Başûrê Kurdistanê boykot berfireh dibe û di gelek aliyan de tê guftûgokirin. Serwextiya lê zêde dibe û weke helwêsteke li dijî dagirkeriyê tê dîtin.
Yek ji bereyê boykotê rêzefilmên Tirkiyê ne, û xelk dibîne çawa bandoreke xirab li ser malbatê dikin. Li dijî vê jî daxwaza ji bo berhemên xwemalî derdikev pêş.
Welatiyên navçeya Soranê diyarkirin ku erkê hikumetê ew e, destpêkê boykotkirna bazirganiya bi dijmin re ye, divê hikumet piştgiriya projeyên navxweyî bike. Welatiyan dan zanîn ku bi hezaran xwendekar hene û dikarin li gorî pîşeyê xwe di kargehan de kar bikin û derfetê kar ava bikin. Herwiha anîn ziman ku zemînê berhemên navxweyî li şûna malê Tirkî bigre heye.
Ezîz Serbest got: “Li Herêma Kurdistanê derfetê girîngîdayîna berhemê navxweyî guncaw e. Zemînê ku berhemê navxweyî li şûna malê Tirkî bigre heye, ji bo vê jî pêwîst e ku hikumeta Herêmê piştgiriya projeyên navxweyî bike. Li Herêma Kurdistanê bi hezaran xwendekarên zanîngehê qedandî hene, her xwendekarek li gorî beşê xwendî dikare asta bêkarî kêm bike. Ji bilî vê pêwîst e ku em hemû bizanin kirîna her malek Tirkî, ji bo dijmin dibe cebilxane.”
Boykot erkeke niştimanî ye
Xelat Hisên jî got: “Erkê hikumetê destpêkê boykotkirina bazirganiya bi dijmin re ye, salane asta bazirganiya bi Îran û Tirkiyeyê re digihe milyaran dolar. Her du welat jî dijminê gelê Kurd in. Boykotkirina malê Tirkî erkek nîştimaniye, helwestek biwêrek ya dilsoziya gelê Kurd e. Ev yek jî ji bo xebata pîroz ya hêzên şoreşger ên gelê Kurd e, û neçarkirina hikumetê ya ji bo giringidayîna berhemên navxweyî ye.”
Mihemed Hisên got: “Pêwîst e ku ji bo zêdekirina berhemên li ser asta çandinî û pîşesaziyê, hikumet xwedî pîlanek demdirêj be. Ya girîng ew e ku herêm xwedî çavkaniyek bihêz ya aboriyê be. Hertim em ji malê Tirkî û Îranê ditirsin, ji ber ku dema wan a bikaranînê derbas bûye. Ev jî dibe sedemê bi dehan nexweşiyan. Ji bo vê ger berhemê navxweyî hebe, wê ji aliyê tendûristiyê ve jî baş be.”
Rêzefilmên Tirkî dibin sedema kêşeyên malbatî
Welatiyên Silamaniyê li dijî weşandina rêzefilmên Tirkî yên di kanalên Başûrê Kurdistanê de ne û diyar dikin ku rêzefilmên Tirkî bûne sedema zêdebûna pirsgirêkên malbatî û rola jinan nabînin.
Dema ku dewleta Tirk û çeteyên xwe êrişî Bakur û Rojhilatê Sûrî kirin, hinek kanalên televîzyonê yên Başûrê Kurdistanê weke helwêst li dijî êrişan weşandina rêzefilmên Tirkî dan rawestandin, lê hîn hinek kanalên Başûrê Kurdistanê rêzefilmên Tirkî diweşînin. Welatiyên Silêmaniyê têkildarî van rêzefilmên Tirkî axivîn:
Beyan Hewêz diyar kir ku weşandina rêzefilmên Tirkî sedema zêdebûna pirsgirêkên malbatî û hevsergiriyê ne û got;”Çand û reftarên dramayên Tirkî li gel civaka me nagunceve. Qet hez nakim zarokên min fêrî wan reftaran bibin. Bi riya wan rêzefilman hewl didin ku jinan kirêt bikin. Van rêzefilman fitne xistine di nava malan de.”
Xelkê fêrî dilbijînê dikin
Awêze Mihemed rêzefilmên Tirkî weke derew û nebaşiyê dibîne û got; “Rêzefilmên Tirkî piranî li wan saetan ku endamên malbatê hemû kom bûne û temaşeyî televîzyonê dikin tên weşandin. Ti agahiyek nîne ka divê kîjan temen temaşe bikin.”
Berpirsa Grûba Kobenda Jin Dikarin-Kurdistan Roje Hesen jî got: ”Ev dramene li ser aliyê hestî yê xelkê kar dikin. Bi hinek pirsgirêk û mijaran ve mijûl dikin ku çîroka jiyana wan nîne. Xelkê fêrî çavlêkirinê dikin. Zêdetir bandorê li ser wan kesên nexwedî dikin. Em dikarin bi riya rêzefilmên Kurdî qala pirsgirêkên xwe bikin. Vekirina beşên sînemayê li kolêj û dibistanên amadeyî wê ji bo pêşkeftina aliyê teknîkî bandora xwe hebe. Wê demê em ê bikarin bi hûrî û baştir kar li ser berhemên dramayên Kurdî bikin.
ROJNEWS/SILÊMANÎ-SORAN