
FADIL DONMA / PEINE
Li Bajarê Almanyayê Peineyê bi Meş û Mîtîngeke komkujiyên Mereş û Roboskî şermezar kirin. Li herêma Salzgîterê bi Pêşengiya Meclîsa Gel ya Peinê û Piştgirîya Meclîsa Gel a Hildesheîmê, qederê 400 Kurdistanîyî tevlî çalakiyê bûn.
Kurdistanîyan û dostên wan bi bîr xistin ku ji19-26´ê Kanûna 1978´an di komkujiya li Mereşê de herî kêm 111 Zivil hatin kuştin û dewleta Tirk ev komkujiyê plankirî bi destê faşistên Tirk da çêkirin.
Çalakgeran komkujiya 28´ê Kanûna 2011´an a bi balefirên şer dewleta Tirk li dijî gundiyên Roboskê jî bi bîr xist û hat got, berpirsiyar AKP û “Dîktator Erdogan” in.
Kurdistanîyan di Meş û Mîtîngê de sloganên “bijî piştgiriya navneteweyî”, “Kujerê zarokan, jinan dîktatorî faşîst Erdogan e” û “Bijî Serok Apo” gotin. Di dema çalakiyê de belavokên Federasyona Demokratîk a Elewiyan FEDA´yê hatin belavkirin.
Piştî Mîtîngê Kurdîstanîyên herêmê li Navenda Cîvaka Demokratîk a Kurdistanîyên Peineyê nîv saetê civîyan û li ser mijarê minaqeşe kirin.