Pêvajoya ku em tê re derbas dibin, nîşan dide, ku him têkîliyên dewleta Tirk û Kurdan û him jî têkîliyên Kurdan ên navxweyî hewceyî feraseteke nû heye. Ji xwe Rojava bi têkoşîneke bêhempa bi vîna xwe, çarenûsa xwe dinivîsîne û Rojhilat jî wekî ku bêje, “dor êdî tê min“; xwe ji bo têkiliyên bi şêwazekî nû yê bi dewleta Îranê re amade dike.
Pêvajoyeke navînî tê jiyîn û di nava danûstandin û pevçûnên tê jiyîn de kîjan reng bandorê zêdetir lê bike, çarenûs jî wê gorî wê pêşbikeve… Li Bakur serdestiya dewleta Tirk a li ser înkar û jiholêrakirina vîna Kurdî hatiye avakirin û li Başûr serdestiya partiyekî tenê (PDK) nema dikane temenê xwe zêde dirêj bike.
Her wiha têkiliya dewleta Tirk û PDK’ê, ku xwedî dîrokeke dirêj e û li hember têkoşîna Kurdan a li parçeyên din rolekî neyînî û bêxêr lîstiye jî êdî pirr vekirî deşîfre bûye. Rastî diherike û riya xwe dibîne; kîjan aktor li ber wê sekinîn, ew di bin de dimînin û kî gorî wê xwe rast û dirûst kir, ew pê re her mezin dibin…
Ev demek e, li Başûrê Kurdistanê aloziyeke siyasî û aborî heye. PDK’ê û serokê wê Mesûd Barzanî naxwaze dest ji serokatî û desthilatdariya herêmê berdin. Partiyên din ne li dijî serokatiya Barzanî bin jî, dixwazin serokatî bi awayekî sembolîk be û parlamento were bihêzkirin. Helbet mirov nikane bêje, ku daxwaza partiyên din tenê demokrasî û rejîmeke vekirî, ya gorî berjewendiyên xelkê ye. Hê jî Başûrê welêt ji bo çanda demokrasiyê hewceyî meşandina riyeke dûr û dirêj e. Ev krîza tê jiyîn bi giranî, ji ber parvekirina desthilatiya Herêma Kurdistanê û bidestxistina zêdetir meqamên desthilatî û rantê ye…
Ji ber ku PDK bi dewleta Tirk re xwedî têkiliyên ‘kûr‘ e, ew jî ji krîza rejîma Tirk para xwe distîne. Li Tirkiyê him siberoja rejîmê û him jî ya partiya desthilatdar AKP’ê her diçe tarîtir dibe. Rejîm diheje û nikane ji bin pirsgirêkên civakî rabe ser pê. Tu aktor û perspektîfeke ku ji pirsgirêkên civakî re çareseriyê bîne, li holê xuya nake. Rejîm belaveleyî ye û AKP her diçe bêhêz û lewaztir dibe. Rejîm û AKP bi despotîzm û pêşxistina komkujiyan di nava hewldana tirsandin û bêdenghiştina xelkê de ne. Komkujiya hefteya çûyî li Enqereyê pêk hatî û ji sedî zêdetir aştîxwazan jiyana xwe ji dest da, nîşana mezinahiya tirsa AKP’ê û rejîma Tirk a ku maf û hebûna Kurd û rengên din ên civakî red dike ye…
Her çiqas Tirkiye bixwaze li Rojava herêmeke tampon ava bike û pê re cografya Kurdan ji hev qut bike û Kurdan bêstatû bihêle jî, wer xuya ye ku ew bi xwe bûye herêmeke tampon a ku her cûre kom û rêxistinên Selefîst ên navnetewî lê bi cih bûne. Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) ya ku van komên Selefîst bi rêxistin dike û dişîne Sûriyê, êdî nikane pêşiya wan bigire û komên Selefîst gişt li hundirê Tirkiyê cirîtê davêjin. Wer xuya ye ku qedera AKP’ê û ya komên çete yên wek DAÎŞ, Nûsra, Ahrar Şam û hwd giştan bi hevdu re hatiye girêdan…
Dil dixwaze; ku PDK’ê qedera xwe bi ya AKP’ê re neke yek û vê rewşê rast bixwîne û bi partiyên din ên Kurd re berê xwe bide yekîtiya neteweyî û demokrasiya navxweyî ya Kurdistanî…
Pêşketinên li Kurdistan û li Rojihilata Navînê, her diçe hê zêdetir Kurdan mecbûrî hev dike. Pêwendî û têkiliyên navbera Kurdan zêdetir dibe; nakokî, hevdu rexnekirin, pevçûnên bîrdozî û desthilatiyê hê zêdetir xwe didin der. Ev yek bi xwe re zelalbûna feraset, hişmendî, bîrdozî û siyasetên partiyan jî radixe ber çavan.
Xelk êdî baştir pê dihese, dipîve û dinirxîne; ka kîjan siyaset netewî û gorî berjewendiyên civakî ye û kîjan zirarê dide? Gereke her partiyên Kurd, siyasetên xwe gorî berjewendiyên civakî, yekîtî û demokrasiyê rast û dirûst bikin û qedera xwe bi yê dijminê Kurdan re nekin yek…