Derbarê nûçeyan de ku dibêjin, ‘PDK’ê biryara belavkirina ENKS’ê daye’, nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Yezîdî  got: “Ne pêwîst e ENKS’ê xwe belav bikira, bi dijberiya xwe ya Rojava û qetilkirina gelê Kurd re wê xwe xilas kiribû.”

Li gorî nûçeya ku bi navê Elî Mazlûm di ANHA’yê de hatiye weşandin, rêveberên ENKS’ê, yên li Tirkiyê, Rojava û Ewrûpayê li Başûrê Kurdistanê bi Mekteba Siyasî ya PDK`ê re di roja 10 û 11`ê vê Hezîranê de li Hewlêrê civînek li dar xistiye û biryara belavkirina ENKS’ê daye. 

Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Yezîdî  jî derbarê vê mijarê de ji rojnameya me re axivî û got: “ENKS´ê dijberiya Rojava dikir û gelê Kurd qetil dikir. Jixwe, ENKS’ê bi vî awayî xwe xilas kir.”

Şerzad Yezîdî  da zanîn ku ENKS’ê di destpêkê de ji 15-16 partiyan pêk dihat, lê niha tenê ji PDKS û ENKS’ê pêk tê û weha axivî: “PDKS jî baskê PDK’ê yê li Rojava ye. ENKS bi temamî têk çûye. ENKS ne tenê di destê PDK’ê de ye, di heman demê de di destê MÎT a Tirkiye de ye. Her weha hatiye eşkerekirin ku ENKS ji aliyê PDK’ê û MÎT ve tê birêvebirin û têkiliyên xwe bi DAIŞ’ê re jî hene. Jixwe, daxuyaniyên ku ji aliyê  ENSK’ê ve tên dayîn bi temamî ji aliyê MÎT’ê ve tên amadekirin”


‘Dixwazin Rojava têxin nava şerê mezhebî’

Şerzad Yezîdî  bal kişand ser daxuyaniya Berpirsê PDKS û ENKS’e Hekîm Beşar ku got: “Hekîm Beşar bi awakî eşkere got, werin em gelê Sûriyê ji destê PYD’ê xilas bikin. Ev siyaseta PDK´ê û dewleta Tirkiyeyê ye û dixwazin Kurdan û tevahiya Rojavayê Kurdistanê têxin nava agirê şerê mezhebî yê niha li Sûriyê heye, di navbera Sune, Şiha û Elewî. 

Em wekî PYD´ê di destpêkê de nebûn beşekî vî şerê mezhebî, ji ber ku pirsgirêk pirsgirêkeke demokrasiyê ye, ne ya mezhebî ye.”


‘PDK’ê bi baskê sunegeriyê re hereket dike’

Şerzad Yezîdî  diyar kir ku PDK’ê bi baskê sunegeriyê re ligel hikûmeta Erdogan, Siûdî Erebistan û Qetarê, hereket dike û weha pê de çû: “Em wekî gelê Rojava ne li dijî Sune, Şîa û Elewiyan in. Em li dijî kesên ku li hemberê Federalîzma Demokratîka Rojava-Bakurê Sûriyeyê şer dikin.”

Yezîdî  da xuyakirin ku piştî bûyerên li Rojava êdî tu kes behsa ENKS’ê jî nake û weha dewam kir: “Ji ber ku ENSK êdî bûye karteke şewitî û mirî ye. PDK jî, Mesûd Barzanî jî û Erdogan jî bi vê baş dizanin. Ji ber ku karê ENKS’ê tenê dijberiya Rojava û gelê Kurd bû. Ji bo Rojava ti proje û xebateke wan ji bilî tevliheviyê tune bû.”


‘Wê dijberiya Rojava bidomînin’

Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Yezîdî  da zanin ku ne pêwîst e ENKS’ê xwe belav bikira û got, “ENKS’ê bi dijberiya xwe ya Rojava û qetilkirina gelê Kurd xwe xilas kiribû. Lê ev kes ENKS´ê belav bikin jî hewildanên wan ên dijberiya Rojava wê dewam bikin.” 


‘Bila PDK pirsgirêkên xwe çareser bike’

Şerzad Yezîdî  bal kişand ser rewşa ku PDK tê de û weha axivî: “PDK di rewşeke gelekî xerab de ye. Krîza ku heye, sedema wê PDK ye, ev ji şeş mehan zêdetir e jî li Başûrê Kurdistanê memûr mûçeyên xwe nagirin. Ma hewce ye ku PDK dest bavêje Rojava, bila rewşa xwe û Başûrê Kurdistanê çareser bike.”


Biryara girtina Newşîrwan şermezar kir

Nûnerê Kantonên Rojava yê li Başûrê Kurdistanê Şerzad Yezîdî  biryara girtina Sekrekterê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye dayin, şermezar kir û weha dawî li axaftina xwe anî: “PDK bi biryara girtina Sekrekterê Giştî yê Tevgera Gorran Newşîrwan Mistefa, nikare pirsgirêkan hal bike. PDK ji ber siyaseta xwe ya şaş, êdî nizane çi bike û aqilê xwe xwariye. Krîza ku li Başûrê Kurdistanê rûdaye, sedemên wê têkiliyên PDK’ê ne ku li ser berjewendiyên hizbî bi Erdogan re dimeşîne. PDK’ê ji bo krîzên xwe veşêre, dibêje em ê Kurdîstana serbixwe çêkin. Tu nikarî pirsgirêkên xwe çareser bikî, ma tê çawa Kurdistana serbixwe ava bikî.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN