Beriya çendekê helbestvan û wergêr Kawa Nemir tevlî bernameya Rojbaş Kurdistanê ya Stêrk TV bûbû. Di nava nirxandina xwe de li gorî ezmûn û fikra xwe tesbîtek kir û got; “Ev ziman (kurdî) bi vê lezê piştî çil salan nemîne”.

Her çiqas xema mamosta li ser hebûn û parastina kurdî be jî  li aliyekî din, ev pêşbinîya wî, ked û hewldanên parastina ziman jî nabîne; di serî de jî keda wî bi xwe.

Li gel rêz û hurmeta xwe ji mamoste re, ez jî dixwazim li ser vê nirxandinê çend gotinan bibêjim;

Wekî ciwanekî ku 25 salên xwe di çiravên Tirkî de gevizandî, bi êşa nezanîna bi zimanê dayikê, pir baş dizanim. 25 salan min nikaribû bi dê û bavê xwe re, bi gelê xwe re, bi cîran û hevalên xwe re bi zimane xwe biaxivim. Tevî ku derfeta fêrbûnê hebû jî min nikaribû xwe ji penceya Tirkî rizgar bikira.

Dema tu bi zimanê dijminê xwe diaxivî, bêguman li nihêrîna te ya li cihanê jî wekî ya wan tê. Ez gihiştim 41 salîya xwe, lê hîna jî hest û ramanên xwe wekî dixwazim nikarim vêbejim, binivîsim. Hîna jî bi zaravayên zimanê xwe, bi gotinên kevnar ên di dengbêjî, stran û helbestên me yên dewlemend de tên hildan, baş nizanim. Guhê min, qiriqa min hîna jî êşa 25 salên ku bê ziman derbas bûn, dikşîne.

Werhasil ez dirêj nekim, a niha bi milyonan ciwanên Kurd di heman çiravê de ne. Di vê meselê de ez bi mamoste re me ku nifşê nû, mixabin xwedî li zimanê xwe dernakeve.

Li Rojavayê Kurdistanê jî tevî derfetên fêrbûyina ziman gelek in jî Kurd berê xwe nadin zimanê xwe yê şêrîn. Berovajî, berê xwe didin fêrbûyina zimanên Erebî, Tirkî, Farisî, Ingilizî û zimanên din ên bi nav û deng. Jixwe, rewşa Bakurê Kurdistanê qat bi qat zehmettir e. Li parçeyên dîtir jî rewşa me dişibe vê rewşê.

Lê ez bi awirekî din li vê rewşê meyze dikim. Gotin di cih de be, li aliyê tijî yê qedehê dimeyzînim.

Bi ya min rewşa zimanê kurdî li gorî beriya bi 30 salan gelekî baştir e. Fêrbûyin û fêrkirina zimanê kurdî zêdetir dadikeve nava civakê, zarokan û ciwanan. Pirtûk û materyalên fêrbûyin û fêrkirinê îro ji her demê zêdetir in. Hejmara nivîskar û helbestvanên ku bi zimanê xwe berheman diafirînin, zêdetir dibe. A herî girîng jî, kurdî bi zaravayên xwe hemûyan îro bûye zimanê perwerdeyê.

Berîye salên 90’î, zimanê kurdî di halê xwe yê orîjînal de bû. Bi gotinekî din, li dewrûbera gundan û bajarên wekî nîv gundan zêdetir hebû û bi rêya dayik û malbatan belav dibû. Peyv û awazên kurdî di vê çarçoveya teng de bûn. Teng lê orîjînal.

Îro hema bêje li çar alîye cihanê tu bêjî şexs tu bêjî sazî tu bêjî dibistan û komale, hema kurdên me hemû yên xema ziman dixwin, bi dil û can ji bo bipêşxistina ziman kedê didin. Û ev karên ji hev qut lê kolektîf di nava bêderfetî, dijwariya bişaftinê, hewldana rizandina cewhera ziman de tê meşandin. Bi sedan pirtûk, ferheng, kovar û rojname di encama van xebatan de xwe digihînin tevahîya cihanê. Li çar parçeyên Kurdistanê bi dehan kanalên televîzyonê hene ku bi zimanê kurdî weşana xwe didomînin. Bi taybetî, bi televîzyonên ji bo zarokan hatine vekirin, 24 saetan bi zimanê dayikê weşanê dikin.

Îro tenê li Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran zarok, ciwan û mamoste bi zimanê xwe yê dayikê ji pêşdibistanê heta zanîngehê perwerde dibin. Sazîyên me yên rêveberiya xweser hemû bi kurdî xizmetê didin pêkhateyan hemûyan. Li herêmên Ereb jî bi hezaran kes ji bo fêrbûyina zimanê kurdî miracaetî sazîyên fêrkirina ziman dikin. Dilxwazên ku ji welatên çar aliyê cihanê tên û tevlî şoreşê dibin, hînî kurdî dibin û li cihên diçinê, çand û zimanê kurdî belav dikin.

Qey ev xebatên hanê ne ji bo siberojê ne?

Bi ya min ne çil sal, ev ziman bi sedsalan jî wê hebe û ne ji hedê çi hêzê ye ku karibe zimanê kurdî têk bibe.

Wekî min di serî de gotî, ez mebesta mamoste Kawa baş fêm dikim lê pêşnîyaza min ji mamoste re ew e ku li dewsa zimanekî nerênî, bi zimanekî ciwanan wêrek û teşwîq bike, şîrove bike. Dibe ku ne mafê min be ez vê rexneyê jî bikim, ji ber ku ne min bi qasî mamoste ked daye ji bo ziman, ne jî berhem afirandine. Hêvîdar im, ew van gotinên min wekî gotinên birayekî xwe bibîne. Dubare bi rêz û hurmet silavan li mamoste dikim.