Li peravên Lîbyayê yên Derya Spî, keştiyeke ku herî kêm 107 penaber tê de bûn, noqî avê bû. Ji vê keştiyê tenê 4 kes bi saxî hatine rizgarkirin.
Li gorî daxuyaniya hêza ewlekariyê ya Peravên Îtalyayê, Gûarîda Costîera, bi qasî 50 kîlometreyî dûrî peravên Lîbyayê, keştiyeke penaber tê de bi nav bûye. Hat ragihandin ku tenê 4 kes ji vê keştiyê hatine rizgarkirin.
Li gorî penaberên bi saxî filitî, ew 107 kes ji Lîbyayê bi rê ketibûn. Li vê keştiya ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê noqî avê bû, cenazeyê 8 penaberan hatin dîtin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê pêr tevahiya şevê dewam kirin.
Di navbera Lîbya û Îtalyayê de roja Pêncşemê 800, roja Înê jî bi qasî 550 penaber bi saxî hatibûn rizgarkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN