Hejmara kesên navê xwe wekî bernamzet ji bo hilbijartinên Hevserokatiya komînan li hemû herêmên Bakurê Sûriyê pêşniyaz kirine, gihiştiye 8 hezar û 741 kesan.

Şêniyên Bakurê Sûriyê berê xwe didin navendên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ên li herêmên xwe û navê xwe ji bo namzetiya hilbijartinên hevserokatiya komînan qeyd dikin. Piştî ku komîseriyê dema qebûlkirina navên bernamzetan 5 rojên din jî dirêj kir û tenê roja Cejna Qurbanê wekî betlane nîşan da, welatî hîn jî serî li navendên komîseriyê didin û navên xwe qeyd dikin.

Miracaet roja 27ʹê Tebaxê zêde bûn, di wê rojê de 2 hezar û 272 kesan navên xwe qeyd kirin. Di nava 4 rojan de hejmara kesên ku navê xwe wekî bernamzet qeyd kirine, gihişt 8 hezar û 741 kesî.

Li herêma Cizîrê 5 hezar û 22 kesan navên xwe qeyd kirine, 2 hezar û 265 kesan li Herêma Firatê û hezar û 454 kesan li herêma Efrînê. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ji ber miracaeta zêde ya namzetan dema qebûlkirina daxwaznameyên bernamzetan heta 5ʹê Îlonê dem dirêj kir û tenê roja Cejna Qurbanê ango doh weke betlane hesiband. Di rojên din de jî deriyê navendên Komîseriyê dê ji welatiyan re vekirîbin. Roja 6 Îlonê, daxwaznameyên bernamzetan dê werin lêkolînkirin û navê kesên ku dê fermî bibin namzet, wê roja 10ʹê Îlonê diyar bibe.

Kesên biryara komîseriyê qebûl nekin jî dikarin rojên 11, 12 û 13ʹê Îlonê li ber biryarê rabin û wê roja 14ʹê Îlonê navê namzetan bi rengî dawî wê diyar bibe. Ji wê rojê ve û piştî namzet diyar bibin, namzet dikarin bernameya xwe ya hilbijartinan diyar bikin û ji xwe re propagandayê bikin. 


 QAMIŞLO