- “Kulîlkên Basûtê” komeke zarokan a muzîkê ye ku niha li Şehbayê çalak e. Ev penaberên ji Efrînê, hunerê xwe bi pêş dixin û temrînên xwe dikin. Hêviya wan jî ew e ku vegerin ser axa xwe û hunerê xwe li wir bikin.
LÎNDA ŞÊX / ANHA/ŞEHBA
Komeke muzîkê ya zarokan e, Koma Basûtê. Şîlana 15 salî, Baranê 12 salî, Edhemê 11 salî û Ramanê 10 salî hemû ji yek malê ne, hemû kurap û keçapên hev in. Hemû jî ji gundê Basûtê ne. Basût gunedekî navçeya Şêrawayê ya ser bi efrînê ye. Malbata wan xwest ku zarok behreyên xwe yên muzîk û huner bi pêş bixin. Lewma jî wan berê ew tev li Koma Têkoşer a govenda gelêrî ya Navenda Çand û Hunerê ya herêma Efrînê, kiribû.
Lê belê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê, nehişt ku ev daxwaza wan biçe serî û malbat koçberî Şehbayê bû.
Pêşî dagirkerî piştre krîza koronayê
Piştî koçberiyê, malbatên her çar zarokan di maleke navçeya Ehdas a katona Şehbayê de man. Zarokan dev ji xwesteka xwe berneda û careke din xwe li Navenda Çand û Hunerê ya herêma Efrînê de qeyd kir.
Lê belê bi derketina krîza vîrusa koronayê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevdîr hatin ferzkirin. Di encama tevdîran de zarok neçar man ku di malên xwe de bimînin.
Koma xwe ya muzîkê ava kirin
Tevî tevdîran jî, zarokan bipêşxistina behreyên xwe yên muzîkê dewam kir. Her 4 zarokên apê hev, pirovayên xwe yên lêdana alavên muzîkê û stranbêjiyê dewam dikin. Zarokan biryara avakirina komeke hunerî ya piçûk da û navê wê jî kir “Kulîlkên Basûtê”. Zarok bi alîkariya malbatên xwe hînî lêdana tembûrê û stranbêjiyê dibin.
Qedexeya derketina derve bû dema provayan
Bêrîhan Omer, dayika Baran e û meta zarokên din e. Wê got, ji ber dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê malbatên wan ji Efrînê derketine, lê belê xwestin ku bi hev re di malekê de bimînin.
Bêrîhanê destnîşan kir ku malbatên her 4 zarokan piştgiriya zarokên xwe dikin da ku behreyên xwe bi pêş bixin.
Şîlan Omer a 14 salî got: “Dayik û bavê min, apên min û bi taybetî meta min piştgiriya me dikirin. Meta min bi me re dihat dersên mûzîkê.”
Şîlan diyar kir ku ew di demên xwe yên vala û dema qedexeya derketina derve de, behreyên xwe bi pêş dixin.