Li navenda Colemêrg û navçeyên wê, qedexeyên li ser zozanan ên di bin navê “Herêmên ewlehiyê yên taybet” de, herî zêde bandor li ser turîzma zivistanê kir.  Herêmên wek Geliyê Dojeh-Bihuştê, Marînos, Cîlo, Ava Spî, Tiyarê û çiyayên Satê yên wek bihuşta turîzmê tên nîşan dan ji van qedexeyan para xwe digirin. 
Bi taybetî Çiyayê Cîloyê ku bi bilindahiya xwe ya 4 hezar 168 metrayî piştî Çiyayê Agiriyê tê û nêzîkê 40 kîlometre dûrî navendê ye, ji van qedexeyan nesîbê xwe wergirt.  Cilo ya di nav xwe de golên şîn û geşayên heybet dihebîne, di heman demê de wek bihuşta turîzmê tê nasîn û ji ber van qedexeyan turîst û çiyager nema tên. 
Dîsa berîvanên her sal li zozanên geliyê şîr didotin û li bajêr diftotin jî, êdî nikarin derkevin bêriyê û welatî nikarin ajalên xwe ji bo çêrê bibin zozanan.


COLEMÊRG