Hikûmeta AKP’ê di vê pêvajoya ku behsa çareseriyê dike de hêj navê Kurdî qedexe dike. Malbata Kaya ku xwest navê Serxwebûn Aldar li zarokên xwe bikin, rastî astengiya midûriyeta nifûsê hat. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 18 roj berê zaroka malbata Kara ji dayik bû. Dayik û bav Husniye û Hasan Kaya xwestin navê Serxwebûn Aldar li zarokê xwe bikin. Dayik û bav serî li Miduriyeta Nifusê ya Nisêbînê dan. Lê midûrê nifûsê bi hînceta ku di nava Serxwebûn Aldar de tîpên “X”,”W” hene, navê malbatê red kir û navê Serxwebûn Aldar li nifûsê qeyd nekir. Bav Hasan Kaya bertek nîşanî helwesta midûriyeta nifûsê da wiha got: “Kurê min di 21’ê mijdarê de ji dayik bû. Min xwest li Miduriyeta Nifûsê navê Serxwebûn Aldar qeyd bikim. Lê midûriyetê bi hinceta “Ne li gorî alfebeya tirkî ye” nav red kir. Min xwest ji ber vê yekê belgeyek nivîskî bidin min. Lê nêzî vê yekê jî nebûn. Midûr ez arasteyî midûrê nifusê yê Mêrdîn kirim. Lê midûriyeta nifusê ya Mêrdîn jî bi hinceta navnîşan û kutuka min li Nisêbînê ye ev yek qebûl nekirin û navê kurê min di nifûsê de qeyd nekirin. Midûriyeta nifûsê ya Mêrdîn bi awayekî nivîskî sedem ji min re gotin.”
Tehemulê navê Kurdî nakinKaya anî ziman ku di serdema Serokwezîr Erdogan de jî tîpên Q, W, X qedexe bûn û niha jî qedexe didome. Kaya bilêv kir ku her çend hikûmet qala çareseriya demokratîk dikin jî lê hêj navê Kurdan nayê qebûlkirin û tehumula li hemberî vîn û navê Kurdan tune ye. Kaya anî zinan ku ev helwesta hikûmet û dewletê li dijî hiqûq û mafên mirovan e û ew vê yekê qebûl nake. Kaya bilêv kir ku li hemberî vê yekê bêdeng namine û bang li parazvanên mafên mirovan kir ku dengê xwe bilind bikin.
DIHA/MÊRDÎN