Komeleya Xwendekarên Welatparêz ên Zanîngeha Kafkasê ya Qesrê (KA-YODER) ji roja hatiye avakirin heta niha her tim rastî zext û girtinan hat û êdî destûrê nadin bernameyên xwendekaran ên çandî. Bi taybet hemû bernameyên Koma Teatreyê ya Roja Med a ku di bin banê komeleyê de hate avakirin bêyî ku hincet û sedem were nîşandan tên betalkirin. Tê gotin ku ji ber nasnameya komeleyê hemû bernameyên koma şanoyê tên betalkirin. Bernameyên komeleyê di serî de li Agirî, navçeya Qaqizmanê ya Qersê, Sêrt û Wanê ligel serlêdanên fermî bêyî hinceta hatin betalkirin.


Lîstik qedexe ye!

Koma Teatre ya Roja Med ewil ji bo lîstîka xwe ya li ser komkujiya Roboskiyê di 9'ê Kanûna 2012'an de li Salona Konferansê ya Nezahat Çeçen a Zanîngeha Îbrahîm Çeçen a Agiriyê pêşkêş bike destûr wergirt. Lê rektoriya zanîngehê di dema dawî de salon neda. Xwendekaran jî li ser berfê lîstîka xwe lîstin û Rektoriya Zanîngeha Îbrahim Çeçen a Agiriyê protesto kirin.
Endamên komê, li navçeya Qaqizmanê ya Qersê jî di 15'ê Kanûna 2012'an de ji bo lîstîk bê lîstin serî li Qeymeqamtiya Qaqizmanê û Midûriyeta Polîsan a Qaqizmanê dan lê Qeymeqamtiya Qaqizmanê bê hincet destûr neda. Ji bo heman lîstîkê di 16'ê Kanûna 2012'an de li Navenda Perwerdehiya Gel a Sêrtê û di 28'ê Kanûna 2012'an de li Qersê jî destûr nehate dayîn.

Xebat didomin

Rêveberê KA-YODER'ê Mazlum Acar diyar kir ku hemû xebatên komeleyê bi awayekî keyfî tên qedexekirin û destûrê nadin bernameyên wan ên çandî jî. Acar li hemberî qedexeyan nerazîbûn nîşan da û diyar kir ku wê tevî hemû astengiyan xebatên xwe bidomînin. Acar anî ziman ku destûra bernameyên wan neyê dayîn jî wê paş ve gav neavêjin û li qadên vekirî bi gel re bên cem hev. 

DÎHA/QERS