Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman, ku alên PYG, YPG û YPJ’ê qedexe kir, wê roja Şemiyê li paytext Berlînê bi xwepêşandanên girseyî bê şermezarkirin.  Wezareta Karên Hundir a Elman, roja 2’ê Adara 2017’an fermannameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest, alên gelek partî û saziyên Kurdan bên qedexekirin, ku di nava van de PYD, YPG, YPJ, PÇDK, PJAK, YXK û NAV-DEM jî hene. Wezaretê, ev fermanname weke ‘nûkirina’ qedexeya li ser PKK’ê bi nav kiribû.


Xwepêşandana pêşî li Berlînê

Ev biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, bi xwepêşandanên girseyî yên NAV-DEM wan organîze dike, were şermezarkirin. Xwepêşandana destpêkê roja Şemiyê li Berlînê pêk tê. Çalakî wê li ber avahiya şaredariya navçeya Neûkolln (Rathaûs Neûkolln) saet 13:00´an dest pê bike û polîtîkaya hikûmeta Elman a krîmînalîzekirina Kurdan wê bête şermezarkirin. NAV-DEM’ê li ser mijarê bangek kir û ji Kurdistaniyan, demokrat, antî mîlîtarîst û piştevanên Elman xwest, ku beşdarî xwepêşandanê bibin. 


 ANF/BERLÎN