Qedexekirina Weşanxaneya Mezopotamyayê û Mîr Muzîkê li Elmanyayê diçe ber destê dadgeriyê. Parêzerên şirketan diyar kir ku ew ê miracaetî Dadgeha Îdarî ya Federal bikin. Komeleya alîkariya hiqûqî Azadî jî, qedexe şermezar kir û got, “Careke din miameleya Elmanyayê ya bi pirsgirêka Kurd re xwe nêzî ya Tirkiyeyê dike.” Parlamenter Jelpke jî nerazîbûneke tund nîşanî hikûmeta Merkel da.
Bi fermana Wezîrê Karên Hundir Horst Seehofer, du saziyên girîng ên Kurdan ên li Elmanyayê Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîk pêr hatin qedexekirin. piştre jî qederê 60 polîsî avêtin ser her du saziyên li bajarê Neûssê û deriyên saziyan mohr kirin.
Parêzerên Weşanxaneya Mezopotamyayê û MÎR Muzîkê diyar kir ku ew ê miracaetî Dadgeha Îdarî ya Federal bibin û li ber qedexeya Wezareta Karên Hundir rabin.
Ji bo dengê Kurdan bibirrin
Ji parêzeran Peer Stolle diyar kir ku bi qedexeyê, hewl tê dayin pêşî li deng û nihêrînên Kurdên li Elmanyayê were girtin û got, qedexeya ku Wezareta Karên Hundir ragihandî, ti eleqeya xwe bi qanûnan re nîne. Stolle da zanîn ku ew ê li ber biryarê rabin û dozê bibin Dadgeha Îdarî ya Federal.
Parêzerekî din ê her du saziyan Berthold Fresenius jî bal kişand ser kiryarên hikûmeta Elman û pratîka rejîma Erdogan ku dişibin hev: “Qedexekirina karên çandî yên Kurdan li Elmanyayê wê bibe sedem ku dewleta Tirk hîn bi wêrekî zextê li Kurdan bike.”
Seehofer bû Erdogan
Parlamentera federal a Partiya Çep, Ulla Jelpke jî nerazîbûneke tund nîşanî qedexeya da û got, li Tirkiyeyê bi kîjan sedeman medya muxalif û çapemeniya Kurd tê qedexekirin, Seehofer jî bi heman hincetan qedexe ragihand û got, “Wezîrê Karên Hundir li ser şopa despotê Tirk Erdogan e. Desteserkirina bi tonan pirtûkên hînbûna Kurdî, pirtûkên zarokan ên bi Kurdî û pirtûkên li ser dîroka Kurdan, êrişeke li dijî mafên welatiyên Kurd ên li Elmanyayê ye ku hejmara wan zêdeyî milyonekê ye. Bi qedexeyê re ji Kurdên ji welatê me re tê gotin, ‘ziman, çand û dîroka xwe hîn nebin’. Ev yek bi ti rengî nayê qebûlkirin. Qedexeya li dijî PKK’ê jî piştî 25 salan divê êdî bi dawî bibe.”
Komeleya AZADÎ e.V. ku alîkariya hiqûqê dide Kurdên li Elmanyayê dewlet neheqiyê li wan dike jî daxiyaniyek da û qedexe rûreş kir. AZADÎ e.V. di daxuyaniya xwe de şewitandina pirtûka a serdema Naziyan bibîr xist û got, “Em vê nexasim bi tehlûke dibînin, li welatekî ku lê pirtûk hatin şewitandin û dewletê biryar da ka çi ´hunerê bêesil´ e. Careke din miameleya Elmanyayê ya bi pirsgirêka Kurd re xwe nêzî ya Tirkiyeyê dike. Me hez dikir ku nexasim hilberînerên huner li dijî vê krîmînalîzekirina nasnameya siyasî ya Kurd protesto bikin, lewma ev nasname weke li her devera dinyayê li nav Kurdan jî xwe bi wêje û muzîkê îfade dike.“
NAVENDA NÛÇEYAN