Qehremanê 24 salî zilma DAIŞ'ê bi çavên xwe dîtiye. Qehreman sonda berxwedanê li hember DAIŞ'ê xwariye. Em biçin kîjan çeperî binêrin Qehreman li wir e. Niha jî em di avahiyên li çeperên pêş rasta wî tên. Qehremanê ku çek di destê wî de û bi lez diçe, malbatek rêya wî dibire. Gava ku fêm dike pêdiviya malbatê bi xwarinê heye, xwarina xwe û ya hevalên xwe dide malbatê. Qehreman bi rûyekî ken li malbatê dinihêre û dibêje "Gelek kêm maye".
'Em gelekî nêzî navendê bûne'
Em berê kamereya xwe didin Qehreman û guh didinê, "Ji 50'î rojî zêdetir e hemle dewam dike û ez cihê xwe di nav de digrim. Em êdî gelekî nêzî navenda bajêr bûne. Doh me taxa Beavî girt. Girina giştî û mizgefta Şerakî jî di nava rojê de me azad kir. Me xetên wan tev şikandin. Tenê du kolan mane. Piştî ku evder jî rizgar bibe, gelê me di nava ewlehiyê de êdî wê vegere ser axa xwe. Berî vê, dipirsîn 'çiqas maye' qet min bersiv nedida. Ji ber ku di nava şer de çi diqewime nayê zanîn. Lê belê niha bi zelalî ez dibêjim; gelek kêm maye."
DENIZ YEŞILYURT / JINHA / MINBIC