Ahmet Tektaş ji 1947´an ve bûyerên li Licê li deftera xwe rojane dinivîsandin, bi wî rengî ku deftera wî êdî bûbû Bîra Licê. Tektaş ê 90 salî wefat kir, di salên 90´î de deftera xwe ji dagirkeran re jî nehiştibû.

Welatiyê bi navê Ahmet Tektaş (90) ku li Licê ji dayik bû û ji sala 1947’an ve di serî de bûyerên gundê xwe, hemû bûyerên li Licê qewimî, rojane dinivîsandin, pêr li nexweşxaneyê wefat kir. Deftera wî ya ku ev bûyer li ser xêz dikirin jî weke Bîra Licê dihat naskirin.

Ahmet Tektaş li gundê Xana Kelê ya navçeya Amedê Licê ji dayik bû û ji sala 1947’an ve ji bûyerên înfazan heta valakirina gundan, şewitandina Licê, erdheja Licê û qetilkirina Ceylan Onkolê; darbeyên eskerî û bûyerên siyasî yên Tirkiyeyê, bi awayekî rojane di lênûska xwe de dinivîsîn. Ahmet Tektaş pêr li nexweşxaneyê wefat kir û li gundikê Pûneyn ê ser bi Xana Kelê, hate veşartin.

Min rastî li deftera Licê nivîsandin

Bi navê ‘Min rastî li deftera Licê nivîsandin’ belgefilma deftera rojane ya Tektaş ku weke Bîra Licê dihat nasîn, hatibû çêkirin. Rojnamevan û derhêner Ersîn Çelîk belgefilm sala 2010’an çêkiribû.

Tektaş meraqa xwe ya nivîsandina li defterê wiha rave dikir: “Di sala 1947’an de li gundê me di heman kêliyê de kesek ji dayik bû û kesek jî mir. Min jî xwest vê yekê belge bikim. Lê min nizanî binivîsim. Piştî ku min ji derdora xwe alîkarî wergirt, hînî nivîsandinê bûm û min wê rojê li rojaneya xwe nivîsand. Ez li eskeriyê hînî xwendin û nivîsandinê bûm. Piştî tezkereya xwe, min dest nivîsandina rojaneyê kir. Min hewl da ku kesên li gund dimirin, ji dayik dibin, dawet û bûyerên balkêş binivisînim.”

Tevî deftera xwe hatibû destgîrkirin

Tektaş di deftera xwe de Darbeya 12’ê Îlonê, şerê li herêma Licê, kuştinên fail qaşo nediyar, şewitandina gundan, kuştina Fermandarê Cendirmeyan ê Herêmê Bahtiyar Aydin, şewitandina Licê û gelek bûyerên bi vî rengî nivîsandibûn. Di sala 1997’an de bi serdegirtineke gund, tevî deftera xwe hat destgîrkirin û pirsên mîna ‘Tu çima van tiştan dinivisînî’ jê hatin kirin. Hingê deftera wî hat desteserkirin. Hingê Tektaş wiha li pirsa ‘Tu çima van tiştan dinivisînî’ vedigerîne, “Rastî wisa bûn, min jî ew nivîsandin”. Ew heta deftera xwe ji wan nasitîne jî xwe sist nake.

Tektaş 90 salî wefat kir, lê li pey xwe Bîra Licê hişt.

MA / AMED