Muzeya Dewletê ya Amsterdamê, wêneyê navdar ê Jean-Etienne Liotard ê bi navê “Keça Hollendî li Taştê yê“ ji bo li berhemên xwe zêde bike 5,2 milyon euro pere dan. Wêne ev 240 sal bû di koleksiyona malbateke Îngîlîstanî de bû. Tê payîn tablo di demeke kurt de bigihije ber destê rayedarên Muzeya Amsterdamê. 

Liotard ku mîna “resam ê gerok“ dihate naskirin dema li Hollandayê dijiya ev tablo çêkir û di sala 1756’an de qedand. 

Tabloya mijara gotinê aidî serdema herî dewlemend a Hollandayê ya mîna “Sedsala Zêrîn“ tê qebûl kirin yek ji qabatên boyaxa dohn a Liotard e. Firotina tabloyê bi destûra Hikûmeta Îngilîstanê pêk hat û hatiye plankirin ku di sala 2017’an de li Mûzeya Dewletê ya Amsterdamê were pêşandan. 


 AMSTERDAM