Sekreterê Partiya Guhertin û Ronesansê Mistefa Qeliecî da zanîn ku divê gelê Sûriyê li hember dagirkirina dewleta Tirk tedbîrên xwe bigirin.
Sekreterê Partiya Guhertin û Ronesansê ya Sûriyeyê Mistefa Qeliecî der barê polîtîkayên dewleta Tirk de ku li Sûriyê dide meşandin, wiha peyivî: ″Bûyerên ku niha li tevahî Sûriyê, nexasim Helebê û herêmên Şehba diqewimin, di çarçoveya planeke hevbeş a di navbera hin hêzên derve û herêmî de pêk tên. Destê dewletên Ereban jî di vê planê de heye. Armanca ji vê planê ew e ku ev hêz li herêmê bigihêjin armancên xwe.″
ANHA / QAMIŞLO