Di demên ku dinya mezin, mirov biçûk, rê dirêj, cihê herî nêz bi peyatî bi qasî qonaxa du sê rojan bû; nas û dost li dora merivê ku çûbû bajarekî û vedigeriyabû diciviyan, digotin‘ tiştên ku te xwar û vexwar ji te re, tişta ku dedît ji me re vebêje.
Ji ber hindê, pêşiyan gotine, ‘ dîtîn û gotin ne yek e’.
Û ji ber hindê gotineke din ji me re hiştine: Yê ku neçe malekê nizane bi hewalekê’!
Li ser riya temen, bi qasî ku min 50 sal birîn û di 55’an re bihurîm; bi qandî ‘roviyekî gerok’ min nekarî  li çiya û deşt û newal û bajar û navçeyên welatê xwe bigerim, erdnîgariya wê bost bi bost nas bikim,wan der û deveran bikim nexşeyeke helbestî  û rist bi rist raxim ber çavên xwendevanan…
Dîsa jî, hêjayî gotinê ye ku bibêjim li pêsîrên Cûdî bi salan  geriyam, jiyam. Min gundê Şaxê, havîngeha Mîrektiya Botan dît, li Heblerê razam, çûm Hesana, çûm Herbûl…
Herbûl wekî Hesana, wan deman -beriya ku herdu gund jî werin valakirin û wêrankirin, kargeha/febrîkeya şal û şapikan bûn. Hesanî bila wekî neheqiyekê nebînin; îro jî şal û şapikên Herbûlî bi nav û deng in.Yekî min jî hebû. Şirkî, çarde çilik. Rehma xweda li miriyên we be jî, Hecî Beşîrê Şîvesorî diyarî min kiribû. Lê nebû qismet, min bi ser bejna xwe de berneda. Piştî ku min 12 salan ew parast di nava kincên xwe de, bû qismetê Bavê Rojko. Gotine, ‘ yê ku hindik dide ji dil dide, yê pirr bide ji mal dide’.
Bavê Rojko,- wê demê tacirê herî mezin bû di Zaxo de- negot vî şairê tenikhal ev şal û papikê giranbiha diyarî min kiriye, ka ez jî diyariyeke bi dilê wî bidimê: Ji devla demançeya di ber xwe de– Simît Wesson’eke lox î spî bû- em bi xwarineke navrojê xapandin, û ew roj e ev roj e, bi qasî ku 10 sal di ser re bihurîn, ne silavek  şand bi qasidekî re , ne jî telefonek da.
Gotine, destê ku dide di ser destê ku distîne re ye’. Min da û ez jê ne dewlementir bûm. Dewlemendinan nas dikim; dikarin di şîveke bi vexwarin de komek pere deynin ser mezê;lê ne kitêbekê dikirin ku bixwîn, ne jî kevaleke wênesazekî kurd, ku bi dîwarê xwe ve daleqînin…
Ji ber hindê, ne dewlemendî, lê dewlemendin min aciz dikin. Bi teybetî dewlemêndên ku vê dawiyê, di pêvajoya şerê germ de di mewayeke kurt de dîtîn ku dewlemend in.
Gotine, ‘ nû dîtî bi xwe ve rîtî’!
Li cihekî, bi boneyekê heke serê min û wan li hev keve, ji silava şer’ê zêdetir nêzî wan nabim.
Hal ew hal e, dizanim ne pereyê dewlemendan bûya, kevalên Pîcasso milyon dolar nedikirin?
Ev dewlemend wekî malê ku dikirin û difiroşin, dikarin hunerê jî erzan û buha bikin.
Ê min, min ji du  mirovên kurd pê ve kesekî din nas nekir, ku ji huner û hunermendan hez dikin. Navê wan bila b imin re be, roj tê, wan jî eşkere dikim wekî Cegerxwînê ku xwestiye deydariya Elî Kemal – li gorî agahiya Konê Reş vî merivî Enstîtuya Parîsê kiriye, û xistiye xizmeta kurdan- ji stûyê xwe derbixe: Cegerxwîn gerçî şairekî kurd e/ Ta esta pesnî kesek nedawe.
Rojekê, wekî seydayê xwe  minnetdariya xwe ya li hemberî herdu cenaban eyan dikim.
Bo çi eyan bikim? Bo ku pêşiyan gotine, ‘ qencî jî bi avê de naçe, xerabî jî’.