Ji ber zeviya mayinan a li gundê Qulya yê Çinara Amedê ku li kontarê Çiyayê Qerejdaxê ye, nayên paqijkirin welatî bi fikar in. Di sala 1995’an de li gundê Qulya yê Çinarê qereqola cendirmeyan hate avakirin. Pixtî demekê qereqol hate valakirin û li pey xwe 7 dolum zeviya ku ji mayinên çandî pêk tê hişt. Ji ber ku qereqolê bêyî ku van mayinan paqij bike û bar kir, welatiyên gund dixe nava tirs û fikaran. Welatiyan tirs û fikarên xwe anîn ziman û xwestin ku bi lezgîn ev mayin bên paqijkirin. Welatiyên gund diyar kirin ku ji bo mayinên li nava zeviya gund hatine çandin gelek çaran serî li rayedaran dane, lê serlêdanên wan bê encam mane. Keyayê gundê Qulyê Ahmet Şahin Turhan, anî ziman ku ji bo mayînên ji aliyê qereqola cendirmeyan ve li zeviyên gund hatine çandin bên paqijkirin gelek caran serî li rayedaran dane û serlêdanên hiquqi pêk anîne. Keya Şahîn Turhan, anî ziman ku 6 salin ji bo mayin bên paqijkirin doza wan a hiquqî berdewam dike û wiha got: „Ji ber ku qereqolê zeviya bi mayin li pey xwe hişt û çû sewalên me yên ku diçin herêmê pê li maliyan dikin û mirar dibin. Hemû zeviyên bi berhem e. Derdora wê nehatiye parastin. Derdorê wê vekiriye û li tenişta gund e. Her wiha rê di rexê zeviyê re derbas dibe. Her çend 2 caran hate haqijkirin jî lê niha 16 mayinên ku li vir hatin çandin winda ne. Ji ber vê yekê her tim ewlehiya me di talukeyê de ye.

‘Qereqol rabû, lê mayin man’
Welatiyên gund jî diyar kirin ku qereqola di sala 1995’an de hate avakirin piştî çend salan bar kir û li pey xwe zeviyên bi mayin hiştin. Welatiyan, anîn ziman ku ji ber zevî li tenişta gund e û derdora wê vekiriye hem sewalên wan diçin li wir diçêrin, hem jî zarokên wan li wir dilîzin û her tim jiyana wan di talûkeyê de ye. Welatiyan xwest bi lezgîn zevî ji mayinan bê paqijkirin û rayedar li hemberî vê yekê bi hestyar tev bigerin.

Li gorî peymana Ottowa divê Tirkiye herî kêm heta sala 2014’an hemû mayinan paqij bike. Li gel ku 2 caran li vir mayin hatin paqijkirin jî hêj 16 mayin winda ne û gefan li jiyana welatiyan dixwe. Tirkiye di sala 2004’an de peymana Ottowa îmze kiribû.

DÎHA/AMED