Yagmûr di 22'ê Sibatê 2012'an bi tevî 8 hevalên xwe ji bo seyranê çûn Yakacik a Kartalê û li wir hatin binçavkirin. Yagmur a ku hate girtin û şandin Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê, nameyek ji bo DÎHA'yê nivîsand û tiştê ku jiyandiye vegot.  Yagmûr di nameya xwe de dibêje mafê xwendina wê ji destê wê hatiye girtin û bertek nîşanî dide. Yagmûr nameya xwe wekî qêrînekî jinekê ciwan ku mafê wê ji destê wê hatiye girtin bi nav dike û wiha got: "Tiştê ku ez ê li vir vebêjim yek ji komediya li Tirkiyeyê ku wekî 'dîlan kişandiye' 'pûşi girêdaye' 'perwerdehiya zimanê zikmakî xwestiye', ye. Ez jî bi lidarxistina seyrana bîrdozî beşdarî vê komediyê bûm ! Piştî dibistanê ez û 8 hevalên xwe çûn seyranê. Ji bo ku hîn baş bê fêm kirin ez ê jînenîgariya xwe jî vebêjim. Ji Êlihê me. Di sala 1993'an ji dayîk bûm. 3 zarokên malbatê heye, ez ya mezin im. Malbata min hîn ez 4 salî bûm hatin Stenbolê. Malbata min piştgirî da min ku ez bixwînim, di xwendinê de serkeftî bûm. Xwendekara pola dawî ya Lîseya Medîne Tayfûr Sokmen a Kartalê me. Dê ji navê min jî were fêmkirin ku malbata min malbatekî bi zane ye û li hemberî asîmilasyona ziman û çandê hestiyar e. Ez jî ji biçûkaniya xwe heta niha bi du zimanan mezin bûm û min bindestiya gelê Kurd dît. Wekî her zarokekê Kurd ez jî ji zû ve bûm polîtîk. Dema ez ji we behsa girtina xwe dikim, ne wekî kesekî ji nifşê ku tu agahiya wê ji cihanê tuneye, wekî kesekê zû polîtîkbûyî û bi vê yekê baweriya wê ya azadiyê mezin e, diaxivim."
Yagmûr diyar dike ku ji pola 2'emîn û pê ve ji bo nasnameya Kurd ketiye nava hewldanê û bi vê yekê çûyîn û hatina wê ya BDP'ê zêde bûye. Yagmûr wiha dibêje: "Ev çûyîn û hatina min ji bo meraq û lêgerîna bersivên pirsên di serê min de bûn. Lê tu carî wekî çalak beşdarî xebatan nebûm. Berdêla ev çûyîn û hatina min, bû girtina min. Wekî her xwendekarekê lîseyê min jî dixwest rojekî xweş bi hevalên xwe derbas bikim. Di 22'ê Sibatê 2012'an bi 8 hevalên xwe ji bo seyranê çûn Yakacik a Kartalê. Li wir dema me frîngiyan (bacanê sor) hûr dikir bi angaşta ku em civîna rêxistinî pêk tînin me girtin bin çavan. 2 polîsên mêr ligel îtîraza me bi awayekî tacîzkar ser min û hevala min a jin geriyan. Piştre me birin TEM'ê. Hevalên min ên din serbest berdan, lê ji binçavkirina min û pê de ji ber navê min Kurdî ye, rastî pêkanînên 'taybet' hatim. 4 rojan di bin çavan mam. Digel ku parêzerê min li bal min tunebû 3-4 caran bi zorê min birin sohbetê. Li wir sîxûrtî li ser min ferz kirin û xwestin ez ji tiştên ku min nekiriye, poşman bibim."

STENBOL