MEM ŞÎRWAN


Berê, her desthilatdarî û serdestî ji xwe re ‘qeşmer’ digirt ku pesnê wî bide, wî binepixîne, cîhana wî ya li ser derew û xetîşbûnê hatî lêkirin, bixemlîne û bihêle piçekî aramiyê bibe. Çimkî, her tim ji civakê qut, ji rastiya jiyanê dûr dijiya û civakê qet jê nedikir. Peywira qeşmeran jî ew bû ku wî desthilatdarî weke hezkirî û dildarê civakê raber bike. Lewre van qeşmeran bi hemû rûyên wî zordarî dizanîn, ji nêz ve dibûn şahidê lîstok, fen û fûtên wî, li gorî wê şerbet didan devê wî. Ji bo ku di hunerê desthilatdariyê de mahîr dibûn, carinan hêza qesrê dixistin destê xwe, ew bi xwe dibûn desthilatdar. Çimkî didîtin û dizanîn ku tu rêgez, exlaq û rûmeta wan nîn e. Ji bo wê wan jî hemû rêzikên rûmetê binpê dikir, kengê fersend bidîtana diketin şûna wan. Ev mînak hindik bin jî hatine dîtin. Yek ji van mînakan jî di serdema me de Qeşmerê Qesra Hezar Derî ye. Destpêkê bi xwe qeşmerê desthilatdaran bû. Paşî gav bi gav bi bêbextî, xwefirotin, bazarkirina rûmeta xwe, hemû heval û hevrêyên xwe yek bi yek firotin, xerc kirin, pê li stûyê wan kir û bilind bû. Di Kurdî de gotinek heye, dibêjin ‘Dema pisîk ne li mal e, mişk Evdirehman e!’ Îcar dema bi bêbextî her kesê li derdora xwe tasfiye kir, kes li holê nema, bi xayînane hat li ser textê desthilatiyê rûnişt. 

Dûrî çingeneyan, gotinek heye, dibêje, paşayê çingeneyan destpêkê serê bavê xwe jê dike. Xisleteke qeşmeran jî ew e ku dema dibin desthilatdar, hêz bikeve destê wan, destpêkê berê xwe didin kesên mixalif, ango kesên ji bo xwe, ji bo desthilata xwe xeter dibînin. Bi vî awayî ‘dijminên’ derew diafirînin, li gorî wê girseya xwe motîve dikin; girseyeke faşîst, kerî û kedxwir dertînin holê. Êdî ew girse jî hevparê wan e, hebûna wê girêdayî domdariya hebûna wan e. Lewre bê şert û merc her tişta wan pêk tîne, ji her gotina wan bawer dike. Çimkî wisa bi kêrî wan tê. Êdî çav kor dibe!’ Guh  kerr dibe! Dil dibe kevir!

Çiqas dişibe qeşmerê me yê qesrê ne wisa? Bi rastî ev kirêtiyên me gotî, ji bo qeşmerê qesrê hindik in. Çimkî mînakeke wî di dîroka xopan a desthilatdariyan de nîn e; hebe jî kalikên wî padîşahên Osmanî ne ku ew ewqasî pêsnê wan dide, texlîdeke wan a gelek kirêt dike! 

Dinyayeke li ser derew, xapandin, berevajîkirin û reşkirinê ji xwe re ava dikin. Wisa derewan dikin ku piştî demekê, ew bi xwe jî ji derewên xwe bawer dikin. Çimkî dibînin dawiya wan tê, berxwedana gelan textê wan dihejîne, hîmê qesra wan dilerizîne û dê bi ser serê wan de hilwelîşîne. Lewre bi hemû hêza xwe, van derewan hembêz dikin. 

Bi mal û pereyan girseya xwe motîve dikin. Yên ku nekarîn bixapînin û bikişînin aliyê xwe bi bêbextî, gef, kuştin, girtin hwd. dixwazin çavtirsandî bikin, teslîm bigirin. Girseyên ku bi van têkiliyên kirêt û jehra nijadperestiyê bi wan ve hatî girêdan, hebûna xwe deyndarê desthiladariyê dibînin, dibêjin, heke desthilatdarî hillweşe, em ê jî pê re hilweşin.

Qeşmerê qesrê jî ji xwe re girseyeke wiha çêkiriye. Lê belê têkoşîna Tevgera Azadiyê û berxwedana gelê Kurd, dîsa dijberiya mixalefeta demokratîk a Tirkiyeyê ev rû û rastiya wî ya şermezar raxistiye ber çavan; hemû  daxwaz û mirazên wî di gewriya wî de hiştine. Ji bo wê ye ku xwe xistiye pişt dergehên qesra hezar derî, xewn lê herimî ne. Lewma weke roviyan ketiye pey hîle, derew û konetiyan. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan hişt ku hem li welêt, hem jî di hemû cîhanê de rûreş be. Di polîtîkayên xwe yên qirêj ên derve de ku li ser dijminatiya Kurdan û mirovahiyê hatî sazkirin, hilweşiya. Ji bo wê bi hêrs û kîna xwe hemûyî berê xwe da destketiyên gelê Kurd û demokrasîxwazan. Lê çi dike jî nikare bigihe mirazê xwe, bi ser bikeve. Her roj şervanên azadiyê derbên kujer lê didin. Li Kurdistanê di pişt kelhên asê de girtî mane. Ligel hemû derfetên xwe yên madî-manewî nikarin gavekê jî bi pêş de biçin. 

Her ku diçe li Tirkiyeyê jî rûreşiya wî zêdetir dibe, gelên Tirkiyeyê bi têkoşîn û berxwedana gelê Kurd wêrek dibin û li hember wî radibin. Ango êdî ‘şûr nakeve tûr’. Li aliyekî hevpariya wî ya bi DAÎŞ'ê re, li aliyê din têkiliyên wî yên kirêt, hovîtiya li hemberî gelê me, ava serê wî germ dikin. Ji bo wê her roj barebara wî, li ekranên TV’yan, li meydanan weke keftaran ji hêrsan kef bi ser devê wî dikeve. Êdî dor lê teng bûye, ji bo wê, her ku diçe êrîşkarî û harbûna wî zêdetir dibe. Lê em dizanin seyên harr jî dema tengav dibin êrîş dikin, ev êrîşkarî nikare pêşî li dawîhatina li wî bigire. 

Bi salane gelê Kurd û tevgera azadiyê bi dengê bilind dibêje, ev kes, ango qeşmerê qesrê, çete ye. Lê herî dawiyê weke mêrxasê qiptî, ‘şûna ku mêrxasiya xwe bibêje, diziya xwe dide dest.’ Ango herî dawî bi zimanê çete û mafyayan got, “ji bilî min kes nikare raconê bibirre”. Berê qet nebe bi derewînî be jî çand û edebeke rayedarên desthilatan hebû. Lê qeşmerê qesrê ew jî nehiştiye. Êdî bi hevparê xwe ‘Kudikê Dêlegurê’ re mil daye hev, weke çete û mafyayan racon dibirrin. Ne tenê li hemberî derve, êdî di hundirê xwe de li hemberî hev dikin. Belê “Reva pisîkê heta kadînê ye”.