
Piştî ku hîndekarên Yuzulcu Yilê dest bi lêkolînê kirin agahî dan. Hînkarê Beşa Dîrokê yê Zanîngeha Yuzunu Yilê Alk. Doç. Dr. Mehmet Top, anî ziman ku piştî paqijî hate kirin û neyê restorekirin dê hemû qesr hilweşe. Top, anî ziman ku mîmariya qesrê li herêmê mînaka herî xweşik û pêşketiye û wiha got: "Vir hem ji aliyê turîzma baweriyê û hem jî ji aliyê turîzma çand û dîrokê ve gelek girîng e. Bi taybetî di sedsala 18-19'an mezkenê tarîkata Nakşîbendî ye. Nakşîbendî li vir kar û barê xwe û xebata xwe kiriye. Şopa çanda wan li vir hatiye hûnandin.
COLEMÊRG