Pirtûka nû ya nivîskar û rojnameger Ahmet Abakay a bi navê “Devr-î Sultan” ji Weşanxaneya Yazilamayê derket. Pirtûka ku îro di refan de wê cihê xwe bigire pirtûka pencemîn a Abakay e, û wekî “lîstîk” hatiye nivîsandin. Nivîskar lîstîka xwe bi 2 perde û 6 sahneyan nivîsandiye û bûyer jî li gerstêrka bi navê “Sultanistan” a “bi milyonan kîlometre durî dinyayê ye” diqewime. Bi qerekterên bi navên “Serok” û “Bersûc Levent” di roja îroyîn de bi destên AKP û Qesrê şer, qatlîam û diziyên ku li ser gelên Tirkiyeyê tên ferzkirin ji xwendevanan re tên vegotin. 
Nivîskar di perdeya yekemîn a lîstikê de sûcên “Serok” û alîgirên wî yên li “Gerstêrka Sultanistanê” vedibêje û piştre jî bi sehneyên tên ve jî xwendevan êdî li welatê xwe yê ku polîtîkayên înkar û îmhayê tê esasgirtin dibe parçeyekî lîstikê û di çîrokê de cihê xwe digire: 




Xeyal e !


Nivîskar di perdeya yekemîn de bûyerên di navbera salên 2002-2015’an vedibêje û çawa hemû muxalîf hatine fîşkirin, hatine binçavkirin û girtin, jiyan bi destê dewletê ve çawa ketiye xeterê û bi zimanekî îronîk wiha dibêje: “Tiştên ku li vir tên vegotin bê elaqe ne bi vê dinyayê re, bi wan tiştan re ku li vê cihanê diqewimin, . Hemû bûyer û şexs xeyal in.”




Gel dadgeh dike


Di sehneyên din de jî rastiya li cografyaya Kurdistanê ya “heke dewlet hatibe ji bo tiştekî xirab hatiye” dike mijar. Piştre jî gelek bûyerên nehiqûqê yên li Tirkiyeyê dike mijar û di beşa dawî de jî “Serok “ dadgehê de “ “Bersuc Levent” ê ku ji “serok” re bi gotinên “parsel bi parsel firotin” “xinayet dike” ji aliyê gel ve tên darizandin. 




‘Ji bo lîstîka xwe şanoyeke wêrek digerim’


Nivîskar Abakay têkîldarî pirtûka xwe axivî û got: “Bêdengî ji bo rewşenbîran bû hunerek. An bêdeng dibin an jî ji bo îxtidarê diaxivin. Mirovê rewşenbîr dema ku  rastî çi be li gorî wê dinivîsîne û vedibêje, ji civakê re radigihîne. Hejmara yên ku wiha dinivîsîn kêm dibe. Ez jî di nava van hejmara wan kêm de me û ji bo bidim bihistin nivîsand.” 



DENÎZ NAZLIM
/DÎHA/ENQERE