Birêveberê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat, Rohat Aktaş ê ku par li Cizîrê dema li pey nûçeyan bû hate birîndarkirin, li jêrzemîna ku xwe spartiyê de hatibû qetilkirin. Dadgeriya Tirk niha jî biryara girtina wî da.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê ku 4 meh piştî kuştina Midûrê Karê Nivîsê yê Azadiya Welat Rohat Aktaş, doz lê vekir, bi sedema ku neçûye îfadeyê, biryara girtina wî da. Aktaş dema ku hatibû qetilkirin 19 salî bû. Dema ku li pey nûçeyan bû mala ku lê dima bi tankan hatibû bombekirin, birîndar bûbû û weke gelek birîndaran xwe spartibû jêrzemîna avahiyekê. Dema ku li jêrzemînê bû herî dawî 6’ê Sibata 2016’an têkilî bi Aktaş re hatibû danîn û piştre qet agahî jê nehatibû wergirtin.

Li gel Aktaş ji bo birîndarên li jêrzemînê werin xilaskirin û li nexweşxaneyê werin dermankirin hemû helkeft bê encam mabûn, leşker û polîsan asteng kiribûn, bangên rêxistinên çapemenî û pîşeyî û miraceata tevdîra lezgîn a li Dadgeha Mafên Mirovan jî bê encam mabû. Ji bo diyarbûna cenazeyên ku nedihatin naskirin, piştî ku malbatê mînak ji xwîna xwe dabû û DNA weke hev derketibûn û cenazeyê Aktaş li Saziya Tiba Edlî ya li Deriyê Sînor ê Xabûrê hatibû danîn, derketibû holê.

Cenazeyê Aktaş û yê endamê Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Mehmet Yavuzel, 26’ê Sibata 2016’an li navçeya Rihayê Pirsûsê bi merasîmeke girseyî hatibûn veşartin.

Dewleta Tirk dixwaze ceza li miriyên Kurd jî bibirre

Serdozgeriya Komara Amedê di îdîanameya xwe de ya ku Dadgeha Cezayê Giran a 4. a Amedê qebûl kiriye, îdîa dike ku Mijdar-Kanûna 2015’an, di 16 hejmarên rojnameyê de ‘propagandaya rêxistinê’ kiriye û hate xwestin ku 7 û nîv sal cezayê hepsê û cezayê pereyê edlî lê were birrîn.

Dozgeriyê dewleta Tirk a ku berpirsiyariya nivîsên di hejmarê de weşandî dixe stûyê birêveberê nivîsana Aktaş, ev hikm da û got, “Hatiye tespîtkirin ku midûrê berpirs ê rojnameyê yê 16 hejmaran Rohat Aktaş e, ji ber ku xwe negihandine gumanbar, 9’ê Gulana 2016’an têkildarî wî biryara girtinê hatiye dayin.”

Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 4. a Amedê didome. Ji ber ku dadgeriya Tirk nedikarî Aktaş ê cangorî “zevt bike” rûniştin taloqî Gulanê bûye. 


 NAVENDA NÛÇEYAN