AKP’ê du kurên Emîne Şenyaşarê qetil kirin, hevjînê wê jî li ber çavên wê qetil kir. Şenyaşar got, “Hatine ji kurê min re axivîne, wî jî gotiye ‘Ez Kurd im, ez ê dengê xwe bidim Kurdan. Hûn me dizanin em ji bilî HDP’ê dengê xwe nadin tu kesî’. Lewma gef li kurê min xwarine û çûne. Kurê min hat û got, ‘Ev bela ne, wê belayekî bînin serê me’. Lewma du rojan dikana xwe venekir. Roja sêyemîn erefata cejnê bû, çû dikana xwe vekir. Vê carê hatin bi çekan komkujî kirin.”
Polîs ji cihê xwe nelebitî
Emîne Şenyaşar a ku ji ajansa nûçeyan a Jinnewsê re peyivî, got, ew tevî hevjînê xwe çûye serdana kurên xwe yîn birîndar ên li nexweşxaneyê û li wir rastî êrişa xizmên parlamenterê AKP’ê Yildiz hatine: “Em çawa ketin nexweşxanê, 20 zilaman dor li me pêça. Bi hesinê ku serûm pê ve tê aliqandin li serê hevjînê min dan. Hemûyan bi hev re lê dida. Di nav xwînê de mabû. Min hewl da ji nav destê wan derînim, lê min nekarî ji nav destê wan derînim. Dema bûyerê rû da, polês ji wir dûr ketin, çûn derveyî nexweşxaneyê. Tenê polêsek li wir sekinîbû. Ez çûm min bi pêsîra wî girt û gotiyê ‘Hûn çima tiştekî nakin, hûn desthilatiyeke çawan in, hevjînê min kuştin, çima hûn tiştekî nakin. Were wî ji nav destê wan derîne’ lê xwe nelebitand. Ne ji cihê xwe lebitî, ne jî tiştek got. Hevjînê min lînç kirin û piştre jî gule bera serê wî dan. Heke ez bibînim ez ê wî kesî nas bikim.
Yek hebû, digot ‘teqez ez ê te bikujim’. Pora wî kesî kurt bû. Dêmana wî dagirtî û gilover bû. Ez wêneyê wî jî bibînim ez ê nas bikim!”
Şenyaşar wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev zalim in, ev kesên ku çav berdayî jinên Pirsûsê ne. Ev bi çav, bi gotinên xwe jinan tacîz dikin. Her kes bi vê dizane. Bê sûc û guneh sê can kirin qurban. Min sê can dane axê. Ne bes bû kurê min jî destgîr kirin.”
JINNEWS/RIHA