Roja 13´ê vê mehê li qezaya pênciwên ya ser bi Silêmanî, du welatparêz û têkoşer bi navên Kemal Şêxsade û Westa Sidiq Salîawayî hatin revandin û pişt re jî kuştî hatin dîtin. Kuştina van welatparêzan ne bûyereke ji rêzê ye û pirr hûr hatiye plankirin, weke tê gotin ne tenê bi kevirek du çûk, lê çend çûk hedef girtine. Mirov li cih, dema bûyerê û kesên hatine hilbijartin binihêrê, fêm dike ka çi planêke mezin hatiye pêkanîn û çi destpêkeke qirêj e ji bo zincîreke ji bûyerên muhtemel yên dema pêş. 

Kemal Şêxsade kesayetiyeke ku pirr li Pênciwên tê naskirin, ew herêm hem bi nêzîkahiya xwe ya sinorê Rojhilatê Kurdistanê, hem jî di 30 salên dawî de bi kesayetiya vî têkoşerî tê naskirin; Kemal Şêxsade ne tenê bi xwe, tevahiya malbata wî jî di nava têkoşînê de ye û kurêkî xwe Gerîla ye û ew bi xwe sala 1983´yan heta 2007´an pêşmerge bûye û piştî tevlîbûna kurê xwe ya nava refên gerîla tevahiya melbatê dikevin nava refên têkoşînê. Ti bûyereke Kurdistanê li kîjan parçe biba, ne mumkin bû ji penciwênê deng derneketiba, ew bi xwe pêşengê her çalakiyê bû. Yek ji kesên pirr caran alîkarî dide kolber û kasbkarên ser sînorên çêkirî yên di navbera Rojhilat û Başûr de da ku bi hêsanî nebin hedefa guleyên rejîma Îranê, sînor ji bo Kemal Şêxsade tişta herî bê wata bû. Aktîfbûna wî di nava xebatê û têkoşînê de ne mumkin bû nebe sedema êrişan. Çend caran bû armanc êrişan, lê ew bi saxî rizgar dibû. Çend caran li ser bi rêyên cûda gef lê xwarin, lê ti caran ji ber gefên dihatin kirin, wî gav bi paş ve neavêt. Aliyekî ku herî zêde gef li Kemal Şêxsade dixwar, rejîma Îranê bû, bi rêya hevkar û sîxûrên xwe, kesên xayîn û xwefirotî, çend caran hewldana kuştina wî kirin. Sala par, dema bi êrişeke çekdarî re rû bi rû ma, çend kes hatin girtin ji aliyê asayîşa di bin deselatdariya YNK´ê de, lê li ser gefa Îranê ev kes hatin berdan bêyî ku werin dadgehkirin. 

Yek ji tişta herî balkêş di malbata Şehîd Kemal de, têkiliyên di navbera xwe û hevjîna wî Çinor Xerîb bû ku ne weke jin û mêrekî klasîk û bi pîvanên paşketî, lê têkiliyeke mînak bû. Ev ji bo kes û aliyên ku desthiladarî û dagîrkariyê li ser malbata klasîk û kevneperest avakirîbûn, dibû cihê bêzarî û nerehetiyê. Bi qasî wî jî pîvanên azadîxwaz ya vê malbatê ji bo pirr kesan mînakeke balkêş bû, pîvana azadiyê ku timî bi xwe dibêjin "em ji PKK û tevgera azadiya gelê Kurd fêr bûne" bê gûman wê hin kes û alî hewla ji holê rakirina wan bidana; wê peyameke din bi aliyê rojhilatê Kurdistanê bidaya ku bi vê terora reş, dixwazin bibêjin, "kesek nikarê li aliyê Başûrê Kurdistanê pêşengî û piştevaniya şoreşa azadiya li Rojhilatê Kurdistanê bike". Lê, ya zelal ew e ku di rewşa herî bêhêvîmayînê li Başûrê Kurdistanê kesayetên weke Kemal Şêxsade yek ji wan kesayetiyan bû ku çavkaniya hêvî û têkoşînê bû. Tevgera azadiyê li Başûrê welat roj bi roj mezin dibe, lewma ev teror wekî karekî qirêj û pirr jî hûr hatiye plankirin. 

Tişta herî zêde mirov dide fikirandin di vê bûyerê de cihê bûyerê ye. Demeke dirêj e ku hewldana tevdana rewşa Başûrê Kurdistanê ji aliyê dest û aliyên reş û ne diyar ve heye. Ji bo herêmeke di bin hegemoniya Îran û Tirkiyeyê de, bûyerên bi vî rengî ne tesadûf û xerîb in, lê ya xerîb ew e ku kesên tên girtin bê dadgeh, bê dayîna agahî , herî kêm bi malbatê tên serbestkirin. Çinor Xerîb hevjîna Kemal Şêxsade dibêjê, "ji 5 kesan bi gumanê dibe ku destê wan di kuştinê de hebûye; didu ji wan hatine girtin, lê çima ti tişt nayê gotin, çima beriya niha kesên hatîbûn girtin di bin zexta Îranê de hatin berdan". Bi vê gotinê, berpirsiyariyeke girîng a YNK´ê ya zelalkirinê heye; divê vê bûyerê zelal bike û wê jî neke qûrbanê têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re. Eger na, ew kes kî ne û çi ne? Ev bûyer neyê zelalkirin, wê terorkirina kesên din jî pêk were, û kesek jî berpirsyar neyê girtin. Ev qewmîneke gelekî tirsnak e . yek ji tiştên ku li herêma Kurdistanê ti carî serbixwe û dadwerane nebûye, desthiladariye dadê bûye. Her kes li bendê ye ku bûyera terorkirina Kemal Şêxsade û Westa Sadiq Salîawayî, nebe mîna terorkirina Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî û wd. 

Weke tê zanîn, ev cara yekemîn nîne ku kesayetiyên siyasî li Başûrê Kurdistanê bi destê sîxûrên rejîma Îranê tên Kuştin, tenê di salên 90´î de nêzî 600 kesayetiyî û pêşmerge hatin kuştin ku hin ji wan jî berpirsiyarên partiyên Rojhilatê Kurdistanê bûn. Pirs ew e, gelo teror û reşkujiya salên 90´î dubare dibe? Lê ne sal salên 90´î ne û ne jî tevgera azadiyê ji wan partî û tevgeran e ku ji bo kuştinên welatparêzên mîna Kemal Şêxsade û Westa Sadiq Salîawayî bêdeng bimîne û ne jî tevgera azadiyê li ser bûyerên wisa bê helwêst dibe.