BOTAN GERMİYANÎ ROJNEWS / GERMIYAN Kelha Paşa ku weka koşka Mihemed Paşayê Caf tê nasîn, yek ji cihên diyar ên dîrokî yên Germiyan û Kurdistanê ye. Dîroka vê kelhê digihîje sedeya 19’an. Heta niha nehatiye restorekirin û pêwîstî bi restorekirina wê heye. Bi taybet li Başûrê Kurdistanê gelek cihên dîrokî hene, gelek ji van mekanên dîrokî jî keleh in. Keleh, bi pirranî di dema şeran de hatine çêkirin, herwiha ji ber ku cografyaya Kurdistanê çiyayî ye, bûye erda şer û rikberiyên siyasî û eskerî jî. Kelha Paşa ya li Germiyanê yek ji wan kelehên dîrokî ye. Ji dawiya sedsala 19´an maye Kelha Paşa li aliyê Rojhilatê gundê Tazedê ye, ew jî nêzîkî 10 kîlometre dûrî Bakurê Rojhilatê bajarokê Kelar yê ser bi navenda Herêma Germiyanê ye. Ev keleh di nava dolekê de hatiye çêkirin, beşê bakur, rojhilat û rojavayê kelehê bi gir û bilindahiyê girtiye. Kelha Paşa ji aliyê Mihemed Paşayê kurê Mihemed Paşayê Keyxusrî Beg Caf ve ku di navbera salên 1846-1921’an de jiyaye, hatiye çêkirin. Li gorî dîroka Mihemed Paşa, dîroknas û şûnwar, dîroka vê kelehê digihînin navbera salên 1882-1874’an. Li gorî dîroknasan, navê vê yê bi temamî ‘Kelha Paşayê Kanî Çeqel’ e. Piştî wê xelkê navçeyê navê wê kirine ‘Kelha Paşa’ û wisan hatiye nasîn. Heta niha jî xelkê wê navçeyê bi wî navî vê kelhê didin nasîn. Kevir, herî û dar Sala 2010’an, weke ‘Koşka Mihemed Paşayê Caf’ hatiye nasandin. Şûnwara Keleha Paşa ji 2 beşan pêk tê, beşa sereke di dolê de ye, û li aliyê rojhilat e. Ev keleh ji 2 qatan pêk tê û xwedî 8 odeyan e. Herwiha 2 hol û dîwanxaneyeke mezin jî di nava kelehê de hene. Her 2 qat jî aliyê binesaziyê dişibin hev, beşa dûwem jî bi gir ve kirine yek û girekî xwezayî çêkirine. Beşa dûwem ji odeyeke biçûk û dîwaxaneyekê pêk tê. Di çêkirina kelehê de zêdetir kevir û herî bikarhatiye. Lê li hinek cihan jî dar jî bi kar hatiye. Di warê binesaziyê de jî li beşa sereke ya kelehê 5 pencere hene. Ji bilî wê jî di hinek cihan de jî tifik û rojîn hene. Heta niha ev keleh nehatiye restorekirin, niha metirsiya xirabbûnê li ser vê kelehê heye. Lê hê jî şêweyê dîroka xwe ji dest nedaye. Heger were restorekirin, dikare bibe cihekî geştiyariyê û bala kesên geştyar bikişîne ser xwe. Li ser girîngî pênedayîna vê kelehê rêveberê şûnwarên Germiyanê, Şukrî Mihemed ji got; “Beriya qeyrana aborî, me amadekariyên restorekirinê, kiribûn. Lê mixabin piştî qeyrana aborî, ev kar hemû hatin rawestandin. Bêguman, piştî qeyranê ev keleh wê bê restorekirin.”