Qeyumê AKP’yî yê ku şaredariya bajarê mezin ê Wanê dagir kiriye, Atolyeya Zîv a Sewad girt; hostayên jin ev atolye ava kiribû. Bi vê rengî qeyûmê dewleta dagirker hunerê sewad ê mexsûsî Wanê ye kuşt û li pişt deriyê stûrê ên depoyeke tarî kilît kir. Qeyumê bi fermana dewleta Tirk û rêveberiya AKP´ê, Şaredariya Bajarê Mezîn a Wanê dagir kir, bi girtina Navenda Jiyana Jinan a Rojînê re, Atolyeya Zîv a Sewad jî girt. Yek ji hostayên jin ên atolyeyê Sadullah Ozmen diyar kir ku bi girtina Sewadê re, çanda bajêr jî li depoyeke tarî hatiye kilît kirin. Ozmen ku yek ji 2 hostayên welat ên hunerê Sewadê ye, da zanîn ku hunarê Sewadê ku li Wanê derket, xwe dispêre salên 1300’î. Ozmen anî ziman ku di atolyeyê de bi hezaran jinên ciwan fêrî kar bûne û wiha axivî: “Bêyî ku ti hincetê nîşan bidin, atolye girtin. Piştî Ermeniyan ji bo hunerê Sewad heta niha hosta negihane û ev huner ber nemanê ve diçe. Li gel ku ev 16 sal in dikana min heye jî, hê jî min nekariye makîneyên hunerê Sewadê bikirim. Şaredariya DBP’ê bi vekirina atolyayê re, hunerê Sewadê careke din derxist holê. Nêzîkî salek û nîvê atolyeya me vekirî ma. Ji ber ku karê hunerê Sewadê xwe dispêre pîşe, di kursan de me hêjmar bi 7’an bi sînor dikir. Ji bo her kesê kurs baş bû.”
Huner li depoyeke tarê kilît kirin
Ozmen îşaret bi elaqeya bi berhemên hunerê êb Sewadê kir û got, “Ji bo bipêşxistina vî hunerî tim xeyalên me hebûn. Şaredarî bû bersiv ji armancên me re û derfet ava kirin. Têkildarî Pasaja Şaredariyê, biryara xirakirinê heye. Ev hunerê ku aîdê Wanê ye, ber bi nemanê ve diçe. Destpêkê atolye girtin, piştre jî bi hinceta ‘pasaj xirab’ dibe dikana min a 16 salan vekirî, niha digirin. Niha jî min hemû alavên xwe xistine depoyeke tarî de. Êdî hunerê Sewadê kilîtkirî ye li depoyek tarî.”
‘Têkoşîna min wê bidome’
Ozmen dest nîşan kir ku ew ê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomîne û wiha peyivî: “Xwendekara min Yildiz Oktay ku di atolyeya hunerê ya Sewadê de fêr bû, difikire ku dikanekê veke. Armanca min ew e ku hemû astengiyên li pêşiya hunerê Sewadê rabin û ev huner hebûna xwe bidomîne.”
NAVENDA NÛÇEYAN