
Şaredariya Şaxê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, navê parka Tahir Elçî wek “Parka Şehîd GK Ali Ogun” guherand. Qeymeqamê Navçeyê Haci Asim Akgul ê ku wek qeyûm tayînî Şaredariya Şaxê ya Wanê hat kirin, navê parka ku navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li Sûra Amedê hat qetilkirin lê hatibû kirin, guherand. Park ji aliyê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve li Taxa Adnan Menderesê hatibû çêkirin û her wiha bi biryara meclîsê jî navê “Westaniya Parêzer Tahir Elçi” lê hatibû kirin. Lê qeyûm navê Tahir Elçi rakir û li şûna wî, navê cerdevan Ali Ogun ê ku sala 2016’an li navçeyê hat kuştin, li parkê kir. Herçî tabeleya parkê ye jî, di meha Nîsanê de hatibû guherandin.
WAN